Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 10 APR 2026 18:35 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serokê Herêma Kurdistanê Peywendiyeke Telefoniyê Ji Serok Ehmed El-Şera Wergirt
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info : Êvara duhî, Duşemê 06.04.2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, peywendiyeke telefoniyê ji birêz Ehmed El-Şera, Serokê Komara Erebî ya Sûriyeyê, wergirt.

Herdu aliyan li ser rewşa herêmê û pêşketinên dawî yên şer û encamên wê, danûstandina bîr û ramanan kirin. Di vê derbarê de, wan tekez li ser girîngiya zêdekirina hewlên dîplomasî ji bo rawestandina şer û çareserkirina aştiyane ya pirsgirêkan kirin.

Herwiha li ser rewşa Herêma Kurdistanê û Iraqê jî, tekez li ser girîngiya parastina aramî û ewlehiyê kirin. Di vê çarçoveyê de, Serok El-Şera êrîşên ku li dijî Herêma Kurdistanê têne kirin şermezar kir.

Rewşa Kurdan û pêkhatan li Sûriyeyê, peywendiyên Sûriyeyê bi Iraqê re, digel çend mijarên din ên girîng û hevbeş, mijareke din a peywendiya telefoniyê bûn.

 

 

 

 




Nûçeyên din

Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandarê Hêzên Hevpeymanan Civiyan

THURSDAY, 09 APRIL 2026 19:04:21

Hewlêr-KDP.info :Îro pêncşemî 09.04.2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz General Kevin Lambert, Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê, kir.

Mesrûr Barzanî pêşwaziya Fermandeyê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan kir

THURSDAY, 09 APRIL 2026 19:04:15

Hewlêr-KDP.info : îro (Pêncşem, 09ê Nîsana 2026ê) , Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyeyê General Kevin Lambert kir.

Serok Barzanî: aştî her tim ji şer baştir e

WEDNESDAY, 08 APRIL 2026 15:04:37

Hewlêr-KDP.info : îro Çarşemê, 8ê Nîsanê , Serok Mesûd Barzanî, di peyameke li ser hesabê xwe yê tora civakî "X"ê de ragihand, piştî ragihandina agirbestê, hêviyeke mezin ji bo aştiyê çêbûye.

Peyamek ji Serok Barzanî

TUESDAY, 07 APRIL 2026 15:04:40

Hewlêr-KDP.info : îro 7ê Nîsanê , Serok Barzanî peyamek belav kir û tê de êrişa li ser gundê Zergezewî wekî "neheqî û zulm" pênase kir.

Peyamek ji Serokê Herêma Kurdistanê

TUESDAY, 07 APRIL 2026 14:04:28

Hewlêr-KDP.info :Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî êrişa dronî ya li ser xaniyê welatiyekî li gundê Zergezewî yê Hewlêrê şermezar kir û daxwaz ji Bexdayê kir ku sînorekî ji bo van êrişan deyne.

 



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact