Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 10 APR 2026 19:29 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Peyama Serok Barzanî ji bo Bîranîna Qirkirina Kurdên Feylî
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info: Serok Barzanî bi boneya salvegera jenosîda Kurdên Feylî peyamek belav kir û ragihand, 4ê Nîsanê rojeke xemgîn e di salnameya gelê Kurdistanê de. Kurdên Feylî di bin desthilata reş a rejîma berê ya Îraqê de gelek êş û dervederî dîtine û ti mafek ji wan re nehatiye naskirin.

Naveroka Peyama Serok Barzanî:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan 4ê Nîsanê rojeke xemgîn e di salnameya gelê Kurdistanê de. Ew bîranîna qirkirina xûşk û birayên Feylî ye ku ji ber Kurdbûna xwe rûbirûyê bişaftin û zordarî, komkujî û neheqiyê bûn. Kurdên Feylî di bin desthilatdariya xerab a rejîma berê ya Iraqê de gelek êş û azar û derbederiyê dîtin û ti mafek ji wan re rewa nehatibû dîtîn. Şehîdkirina bi hezaran ciwanan, standina nasnameyê û derxistina bi deh hezaran malbatên Kurdên Feylî beşek ji plan û siyaseta nemirovane ya rejîma berê ya Iraqê bû ku li dijî gelê Kurdistanê bi awayekî birêxistinkirî û bi berdewamî dihat kirin.
Di bîranîna çil û şeşemîn salvegera qirkirina Kurdên Feylî de, em hezaran silav ji canê paqij ê şehîdên Kurdên Feylî û hemû şehîdên Kurdistanê re dişînin. Erkê ser milê dewleta Iraqê ye ku qerebûya êş û neheqiyên xûşk û birayên me yên Kurdên Feylî bike. Di vê bîranînê de, rola têkoşer û xebatkarên Kurdên Feylî di piştgirîkirina tevgera rizgarîxwaz a gelê Kurdistanê de qet nayê ji bîr kirin û Kurdên Feylî herdem beşekî ezîz ê gelê Kurdistanê ne.
Mesûd Barzanî
4ê Nîsana, 2026




Nûçeyên din

Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandarê Hêzên Hevpeymanan Civiyan

THURSDAY, 09 APRIL 2026 19:04:21

Hewlêr-KDP.info :Îro pêncşemî 09.04.2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz General Kevin Lambert, Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê, kir.

Mesrûr Barzanî pêşwaziya Fermandeyê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan kir

THURSDAY, 09 APRIL 2026 19:04:15

Hewlêr-KDP.info : îro (Pêncşem, 09ê Nîsana 2026ê) , Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyeyê General Kevin Lambert kir.

Serok Barzanî: aştî her tim ji şer baştir e

WEDNESDAY, 08 APRIL 2026 15:04:37

Hewlêr-KDP.info : îro Çarşemê, 8ê Nîsanê , Serok Mesûd Barzanî, di peyameke li ser hesabê xwe yê tora civakî "X"ê de ragihand, piştî ragihandina agirbestê, hêviyeke mezin ji bo aştiyê çêbûye.

Peyamek ji Serok Barzanî

TUESDAY, 07 APRIL 2026 15:04:40

Hewlêr-KDP.info : îro 7ê Nîsanê , Serok Barzanî peyamek belav kir û tê de êrişa li ser gundê Zergezewî wekî "neheqî û zulm" pênase kir.

Peyamek ji Serokê Herêma Kurdistanê

TUESDAY, 07 APRIL 2026 14:04:28

Hewlêr-KDP.info :Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî êrişa dronî ya li ser xaniyê welatiyekî li gundê Zergezewî yê Hewlêrê şermezar kir û daxwaz ji Bexdayê kir ku sînorekî ji bo van êrişan deyne.

 



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact