Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
MON, 14 SEP 2026 17:25 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Ragehandinek ji Wezareta Pêşmerge ve
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info : Wezareta Pêşmerge ragihand, di encama du êrîşên mûşekî yên Îranê de li sînorê Soranê, 6 Pêşmerge şehîd bûn û 30 Pêşmergeyên din jî birîndar bûn.

Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de aşkere kir, berbanga îro 24ê Adara 2026an, bi 6 mûşekên balîstîk ên Îranê du êrîşên cuda li ser baregehên Pêşmerge hatin kirin.

Li gorî daxuyaniyê, mûşekên Îranê baregeha Firqeya 7an a Peyade (Devera Yek) û hêzeke Firqeya 5an a Peyade li sînorê devera Soranê kirine armanc. Di encama van êrîşan de, 6 Pêşmerge şehîd bûn û 30 Pêşmerge birîndar bûn.

Wezareta Pêşmerge ev êrîş bi tundî şermezar kir û wekî "çalakiyeke terorîstî" li dijî Herêma Kurdistanê pênase kir. Wezaretê di daxuyaniya xwe de tekezî li ser mafê parastina rewa kir û got: "Mafê me yê tam heye ku em rûbirûyê her destdirêjiyekê bibin ku li ser gel û xaka me tê kirin."

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, wan bi ti awayekî çaverê nedikir ku bi vî rengî ya "namerdane" bersiva helwesta aştiyane ya Herêma Kurdistanê were dayîn, "lê temenê zilm û nehaqiyê kurt e û vîna aştiyê dê ser bikeve."




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî di salvegera Şoreşa Îlonê de daxwaza yekdengî û parastina destkeftiyan dike

FRIDAY, 11 SEPTEMBER 2026 14:09:00

Hewlêr-KDP.info: Di salvegera 65ê ya serhildana Şoreşa Îlonê de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek belav kir û tê de tekez li ser yekdengî û hevahengiya hêz û aliyên Kurdistanî kir, ji bo parastin û pêşxistina qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê.

Peyama Serok Barzanî di salvegera destpêkirina Şoreşa Îlonê de

FRIDAY, 11 SEPTEMBER 2026 14:09:00

Hewlêr-KDP.info: Di salvegera 65ê ya serhildana Şoreşa Îlonê de, Serok Mesûd Barzanî peyamek belav kir û tê de ragihand ku Şoreşa Îlonê li jêr rêberiya Barzaniyê Nemir bû çavkaniya hêz û îlhamê bo qonaxên piştre yên xebata rizgarîxwaziya gelê Kurd li hemî parçeyên Kurdistanê.

 
Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke Encûmena Nûneran a Iraqê kir

THURSDAY, 10 SEPTEMBER 2026 21:09:24

Hewlêr-KDP.info: îro Pêncşemê, 10ê Îlona 2026ê,  Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke Encûmena Nûneran a Iraqê kir.

 
Serok Barzanî pêşwaziyê li şandeke payebilind a leşkerî ya Brîtanyayê kir

THURSDAY, 10 SEPTEMBER 2026 21:09:37

Hewlêr-KDP.info: Êvara roja pêncşemê 10ê Îlona 2026an li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li şandeke leşkerî ya Brîtanyayê bi Serokayetiya Cîgirê Admiral Edward Ahlgren, Şêwirmendê Bilind ê Berevaniyê yê Brîtanyayê ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê kir.

 
Serok Barzanî pêşwaziyê li Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê û şanda pê re kir

THURSDAY, 10 SEPTEMBER 2026 21:09:23

Hewlêr-KDP.info: Êvara roja pêncşemê 10ê Îlona 2026an li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Heybet Helbûsî Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê û şanda pê re kir ku ji serokên fraksiyonên nav Encûmena Nûnerên Iraqê pêk dihat.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact