Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 10 APR 2026 18:10 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Peyama Serok Barzanî ji bo salvegera 56 saliya Peymana 11ê Adarê
| KDP.info


 
Hewlêr-KDP.info: Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de bi helkefta 56emîn salvegera Peymana 11ê Adarê ragihand; Di vê bîranînê de em tekez li ser parastina destkeftan û peyama aştîxwaz û bihevrejiyanê ya gelê Kurdistanê dikin.

Naveroka Peyama Serok Barzanî:

Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan Peymana 11ê Adarê berhema Şoreşa Îlonê bû bi rêberiya Barzaniyê nemir û xebat û cangoriya Pêşmerge û hemû çîn û tebeqeyên Kurdistanê bû. Berhema wê xebata bihêz û berfireh bû ku ji bo vegerandina mafên gelê Kurdistanê û bi destxistina demokrasiyê li Iraqê dest pê kir û di encamê de hikûmeta wê demê ya Iraqê neçar kir ku bi awayekî fermî hinek ji mafên gelê me qebûl bike.
Di 56emîn salvegera Peymana 11ê Adarê de, rûmeta me ji bo tekoşîn û keda hemû Pêşmerge, şoreşger û welatparêzên Şoreşa Îlonê heye ku bi keda xwe û cangoriya xwe destkefta dîrokî ya peymana 11ê Adarê ji bo gelê me mîsoger kirin. Di vê bîranînê de em tekez li ser parastina destkeftan û peyama aştîxwaz û bihevrejiyanê ya gelê Kurdistanê dikin û silavan ji giyanê şehîdên Şoreşa Îlonê û hemû şehîdên Kurdistanê re dişînin.

Mesûd Barzanî
11ê Adarê 2026




Nûçeyên din

Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandarê Hêzên Hevpeymanan Civiyan

THURSDAY, 09 APRIL 2026 19:04:21

Hewlêr-KDP.info :Îro pêncşemî 09.04.2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz General Kevin Lambert, Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê, kir.

Mesrûr Barzanî pêşwaziya Fermandeyê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan kir

THURSDAY, 09 APRIL 2026 19:04:15

Hewlêr-KDP.info : îro (Pêncşem, 09ê Nîsana 2026ê) , Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyeyê General Kevin Lambert kir.

Serok Barzanî: aştî her tim ji şer baştir e

WEDNESDAY, 08 APRIL 2026 15:04:37

Hewlêr-KDP.info : îro Çarşemê, 8ê Nîsanê , Serok Mesûd Barzanî, di peyameke li ser hesabê xwe yê tora civakî "X"ê de ragihand, piştî ragihandina agirbestê, hêviyeke mezin ji bo aştiyê çêbûye.

Peyamek ji Serok Barzanî

TUESDAY, 07 APRIL 2026 15:04:40

Hewlêr-KDP.info : îro 7ê Nîsanê , Serok Barzanî peyamek belav kir û tê de êrişa li ser gundê Zergezewî wekî "neheqî û zulm" pênase kir.

Peyamek ji Serokê Herêma Kurdistanê

TUESDAY, 07 APRIL 2026 14:04:28

Hewlêr-KDP.info :Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî êrişa dronî ya li ser xaniyê welatiyekî li gundê Zergezewî yê Hewlêrê şermezar kir û daxwaz ji Bexdayê kir ku sînorekî ji bo van êrişan deyne.

 



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact