Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SUN, 15 MAR 2026 10:41 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serokwezîr Mesrûr Barzanî gihîşt Dubey
| KDP.info


Dubey-KDP.info: îro (Duşem, 2ê Sibata 2026ê) Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê gihîşt Dubey, da ku tevlî Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan bibe.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî êvarê li ser vexwendina fermî ya Cîgirê Serok û Serokwezîrê Îmaratê û Dadwerê Dubey Şêx Mihemed bin Raşid Al Mektûm, bi merema tevlîbûna di Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan de gihîşt Dubey û ji aliyê Wezîrê Dadê yê Îmaratê Ebdila Elniêmî ve pêşwaziya wî hat kirin.

Di çarçoveya wê lûtkeyê de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê hejmareka civîn û hevdîtinan bi rayedarên payebilind ên Îmaratê û serokên welatên ku tevlî wê lûtkeyê dibin re bike, ji bo nîqaşkirina xurtkirina têkiliyên dualî û danûstandinên li ser pêşhat û guhertinên dawiyê yên Iraq û deverê.




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî û Tom Barrack êrîşên li ser Kurdistanê û Balyozxaneya Amerîkayê şermezar dikin

SATURDAY, 14 MARCH 2026 23:03:00

Hewlêr-KDP.info: îro 14ê Adarê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peywendiyeke telefonî ji Nûnerê Taybet ê Serok Donald Trump bo Sûriyeyê û Balyozê Amerîkayê li Tirkiyeyê Tom Barrack wergirt.

 
Serokatiya Herêmê: Pêwîst e Bexda erkê xwe yê ji bo parastina nûnertiyên dîplomatîk bicih bîne

SATURDAY, 14 MARCH 2026 22:03:55

Hewlêr-KDP.info: îro 14ê Adarê, Serokatiya Herêma Kurdistanê bi tundî êrîşa bi dronan a li ser Konsulxaneya Giştî ya Îmaratê ya li Hewlêrê şermezar kir û bang li hikûmeta Iraqê kir ku erkên xwe yên ji bo parastina dîplomatan bîne cih.

 
Peyama Serok Barzanî ji bo koça dawî ya Salih Muslim

THURSDAY, 12 MARCH 2026 15:03:10

Hewlêr-KDP.info-  Roja Pêncşema 12ê Adara 2026an, Serok Mesûd Barzanî ji bo koça dawî ya Xwedê Jêrazî Salih Muslim peyameke sersaxiyê li ser tora civakî ya X belav kir:

 

Mesrûr Barzanî: Peymana 11ê Adarê destkeftiyeke dîrokî ya Şoreşa Mezin a Îlonê bû

WEDNESDAY, 11 MARCH 2026 14:03:43

 Hewlêr-KDP.info: Serokwezîr Mesrûr Barzanî, di peyamekê de bi helkefta 56emîn salvegera Peymana 11ê Adarê ragihand; “Peymana 11ê Adarê destkeftiyeke dîrokî ya Şoreşa Mezin a Îlonê bû.”
 

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê di Salvegera Peymana 11ê Adarê de

WEDNESDAY, 11 MARCH 2026 14:03:26

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê , di peyamekê de bi helkefta 56emîn salvegera Peymana 11ê Adarê ragihand; “Peymana 11ê Adarê ya bi rêberiya Barzaniyê Nemir û Şoreşa Mezin a Îlonê hat holê, destkefta herî mezin a siyasî û zagonî bû.”
 



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact