Hewlêr-KDP.info: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê rêkeftina dawî ya li Sûriyeyê daxuyaniyek belav kir, piştgiriya xwe bo vê rêkeftinê nîşan da û giringiya diyalogê bo çareserkirina pirsgirêkan tekez kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di daxuyaniya xwe de got: “Em hêvîdar in ev lihevkirin bibe destpêka dabînkirina mafên rewa yên hemû pêkhateyên Sûriyeyê û rê li ber vegera bi serbilindî û birûmet a awareyan bo ser mal û milkên wan xweş bike.” Serokwezîr Mesrûr Barzanî bal kişand ser hewildanên navxweyî û navdewletî yên ji bo aştiyê û got: “Piştgiriya gelê Kurdistanê li seranserî cîhanê û bi taybetî rola cenabê Serok Barzanî di bidawîanîna aloziyan de û girtina rêya diyalogê bo çareseriya bingehîn a kêşeyan, cihê şanaziyê ye.” Di beşeke din a daxuyaniya xwe de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya aliyên navdewletî kir ku di serxistina vê pêvajoyê de xwedî rol bûn. Mesrûr Barzanî wiha berdewam kir: “Em rêz û pêzanîna xwe bo rola Serok, Hikûmet, Nûner û Kongressa Amerîkayê û hemû welatên dost di bidawîanîna girjiyan û piştgirîkirina mafên rewa yên pêkhateyên Sûriyeyê û aramiya herêmê de nîşan didin.”
Hewlêr-KDP.info: îro 14ê Adarê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peywendiyeke telefonî ji Nûnerê Taybet ê Serok Donald Trump bo Sûriyeyê û Balyozê Amerîkayê li Tirkiyeyê Tom Barrack wergirt.
Hewlêr-KDP.info: îro 14ê Adarê, Serokatiya Herêma Kurdistanê bi tundî êrîşa bi dronan a li ser Konsulxaneya Giştî ya Îmaratê ya li Hewlêrê şermezar kir û bang li hikûmeta Iraqê kir ku erkên xwe yên ji bo parastina dîplomatan bîne cih.
Hewlêr-KDP.info- Roja Pêncşema 12ê Adara 2026an, Serok Mesûd Barzanî ji bo koça dawî ya Xwedê Jêrazî Salih Muslim peyameke sersaxiyê li ser tora civakî ya X belav kir:
Hewlêr-KDP.info: Serokwezîr Mesrûr Barzanî, di peyamekê de bi helkefta 56emîn salvegera Peymana 11ê Adarê ragihand; “Peymana 11ê Adarê destkeftiyeke dîrokî ya Şoreşa Mezin a Îlonê bû.”
Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê , di peyamekê de bi helkefta 56emîn salvegera Peymana 11ê Adarê ragihand; “Peymana 11ê Adarê ya bi rêberiya Barzaniyê Nemir û Şoreşa Mezin a Îlonê hat holê, destkefta herî mezin a siyasî û zagonî bû.”
Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî Cejna Cemayê li Kurdên Êzidî pîroz kir û tekez kir ku ew dê wekî her tim parêzerên mafên wan bin.
Hewlêr-KDP.info: îro 13ê Sibatê, Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li kesayetiyê navdarê Iraqî Xemîs Xencer kir.