Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
MON, 16 FEB 2026 15:23 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Naveroka hevdîtina Serok Barzanî û Serokwezîrê Vatîkanê
| KDP.info


Vatîkan- KDP.info: Serok Mesûd Barzanî roja Çarşemê 21.01.2026an, di çarçoveya serdana xwe ya Vatîkanê de, bi birêz Pietro Parolinî, Serokwezîrê Vatîkanê re civiya.

Di civînê de, Serokwezîrê Vatîkanê, ligel xêrhatina Serok Barzanî, qedirgiraniya xwe ji bo rola Serok Barzanî di kûrkirina çanda pêkvejiyanê û aramî û ewlehiyê li Kurdistan û Iraqê de anî ziman, ku bûye sedema wê yekê ku xelk li Kurdistan û Iraqê di aramî û aştiyê de bijîn.

Di beşeke din a hevdîtinê de, rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên Iraq û herêmê, gefên li ser paşeroja herêmê û bi taybetî Sûriyê hatin gotûbêjkirin.

Têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Vatîkanê de, mijarên din ên vê hevdîtinê bûn.




Nûçeyên din

Serokê Herêma Kurdistanê û Mazlûm Ebdî li Mûnîhê civiyan

SUNDAY, 15 FEBRUARY 2026 18:02:14

Mûnîh-KDP.info: Piştî nîvroya îro Yekşem, 15/02/2026, li Konferansa Ewlekariyê ya Mûnîhê, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di civînekê de ligel birêz Mazlûm Ebdî, dawîtirîn geşepêdanên siyasî û ewlehiyê yên Sûriyeyê û herêmê û rewşa Kurd û pêkhatên wan li Sûriyeyê gotûbêj kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîra Karûbarên Aborî û Enerjiyê ya Almanyayê Pêşxistina Peywendiyan Gotûbêj Kirin

SUNDAY, 15 FEBRUARY 2026 15:02:32

Mûnîh-KDP.info:Serê sibehiya îro Yekşem, 15.02.2026, di berdewamiya hevdîtinên xwe yên li Konferansa Ewlekariyê ya Munîhê de, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, digel Xanim Katharina Reiche, Wezîra Karûbarên Aborî û Enerjiyê ya Almanyayê, civiya.

Serokê Herêma Kurdistanê û Birîkara Wezîrê Derve yê Amerîkayê Civiyan

SUNDAY, 15 FEBRUARY 2026 11:02:57

Mûnîh-KDP.info: Êvara îro Şemî 14/02/2026, di berdewamiya hevdîtinên xwe yên li Konferansa Ewlehiyê ya Mûnîhê de, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, digel xanima Alîson Hoker, Birîkara Wezîrê Derve yê Amerîkayê ji bo karûbarên siyasî civiya.

 
Serokê Herêma Kurdistanê û Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Rewşa Herêmê Gotûbêj Kirin

SATURDAY, 14 FEBRUARY 2026 21:02:00

Mûnîh-KDP.info: Piştî nîvroya îro Şemî 14.02.2026 her li Konferansa Asayîşê ya Mûnîhê, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, digel birêz Ehmed Ebûl Xeyt, Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî civiya.

 
Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Civiyan

SATURDAY, 14 FEBRUARY 2026 21:02:22

Mûnîh-KDP.info: Di berdewamiya hevdîtin û civînên xwe de, li Konferansa Ewlehiyê ya Mûnîhê, piştî nîvroya îro Şemî 14/02/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, digel birêz Marco Rubio, Wezîrê Derve yê Amerîkayê civiya.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact