Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
WED, 19 AUG 2026 15:14 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serok Barzanî û Papa Leo li Vatîkanê civiyan
| KDP.info


Vatîkan- KDP.info: Serok Mesûd Barzanî li Vatîkanê ji aliyê Qedasetê Papa Leo’yê 14’em ve hat pêşwazîkirin.
Di destpêka hevdîtinê de, Papa Leo’yê 14’em bi germî bixêrhatina Serok Barzanî kir. Her du aliyan kêfxweşiya xwe ji bo vê hevdîtinê anîn ziman û ev hevdîtin wekî derfeteke giring ji bo pevguhertina bîr û rayan li ser mijarên herêmî û navdewletî nirxandin.
Di çarçoveya hevdîtinê de, Serok Barzanî û Papa Leo’yê 14’em hêviya xwe nîşan dan ku aştî û aramî li seranserê cîhanê serdest bibe. Her wiha her du aliyan tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîst e dawî li azar û nexweşiyên gelan were anîn û jiyaneke bi rûmet ji bo mirovahiyê were dabînkirin.
Piştî dawîhatina civînê, Serok Mesûd Barzanî û Qedasetê Papa Leo’yê 14’em, wek nîşaneya dostanî û rêzê, diyarî pêşkêşî hevdu kirin.




Nûçeyên din

Sipasnameya Sekretaryeta Serok Barzanî

WEDNESDAY, 19 AUGUST 2026 13:08:34

Hewlêr-KDP.info: Sekretaryeta Serok Barzanî, di peyameke fermî de, bi helkefta derbasbûna heştê salan li ser damezirandina Partiya Demokrat a Kurdistanê û salvegera ji dayikbûna Serok Mesûd Barzanî, sipasî û pêzanîn arasteyî xelkê Kurdistanê, serkirde û aliyên siyasî, kesayetiyên olî û civakî, û dîplomatkarên navxwe û derve kir ku bi rêya peyam û peywendiyên xwe pîrozbahî araste kiribûn.

 
Mesrûr Barzanî rewşa parêzgeha Silêmaniyê ligel Parêzgar nîqaş dike

WEDNESDAY, 19 AUGUST 2026 09:08:18

Hewlêr-KDP.info: îro 18ê Tebaxa 2026ê Ji bo şopandina bûyerên nexwestî yên agirberbûnê yên şeva borî û îro yên li bajêrê Silêmaniyê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di peywendiyeke telefonî de li gel Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir rewşa Silêmaniyê pirsî.

 
Elî Zeydî: Êrişên li ser Iraq û Herêma Kurdistanê bi ti awayî nayên qebûlkirin

TUESDAY, 18 AUGUST 2026 15:08:43

Hewlêr-KDP.info: îro 18ê Tebaxa 2026an, Serokwezîrê Iraqê Elî Falih Zeydî, peywendiyeke telefonî ligel Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêk anî. Di peywendiyê de, Serokwezîrê Federal êrişa dronî ya ku duh li ser ofîsa taybet a Serokwezîrê Herêmê û cihê mayîna Rêveberê Ajansa Parastinê hatibû kirin, şermezar kir.

Nêçîrvan Barzanî: êrişa li ser Nivîsîngeha Serokwezîr pêşveçûneke metirsîdar e

MONDAY, 17 AUGUST 2026 17:08:28

Hewlêr-KDP.info: îro Duşemê, 17ê Tebaxa 2026ê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di daxuyaniyekê de êrişên serê sibeha îro, ku Nivîsgeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û cihê manê yê Rêveberê Ajansa Parastinê kiribûn armanc, bi tundî şermezar kirin.

Daxuyaniyek ji Baregeha Barzanî

MONDAY, 17 AUGUST 2026 15:08:46

Hewlêr-KDP.info : Baregayê Barzanî di daxuyaniyekê de êrîşên dronî yên li ser Nivîsîngeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û mala Rêveberê Ajansa Parastinê şermezar kirin û tekez kir ku ew êrîş bizav in ji bo têkdana aramiya Herêma Kurdistanê, û bikaranîna dron û mûşekan arêşeyan çareser nake.

 



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact