Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
MON, 8 DEC 2025 16:54 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serok Barzanî Pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê li Iraqê Kir
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info: Roja Yekşemê, 16ê Mijdarê, 2025, li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Irfan Sadiq, Balyozê Brîtanyayê li Iraqê kir.

Di hevdîtinê de, Balyozê Brîtanyayê li Iraqê serketina pêvajoya hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê û serketina mezin a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ku zêdetirî mîlyonek deng bi dest xist, li Serok Barzanî pîroz kir. Herwiha hêvî xwest ku pêvajoya siyasî ya piştî hilbijartinan li Iraqê bikeve ser rêya xwe da ku hikûmeteke federal bi beşdariya hemû aliyên siyasî were avakirin.

Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî spasiya birêz Balyozê Brîtanyayê kir û ragihand ku tevî astengiyên ku ji bo PDKê hatin çêkirin, lê bi baweriya xurt a gelê Kurdistanê, PDK karî serketineke mezin bi dest bixe. Herwiha Serok Barzanî qonaxa piştî hilbijartinan wekî girîng wesif kir û destnîşan kir ku ji bo rastkirina rêça rêveberiyê li Iraqê û cîbicîkirina bendên destûrê, pêwîst e hemû aliyên siyasî bi ciddî li ser vê pirsê bixebitin, nêzî hev bibin û ji xeletiyên borî dersan bigirin. Serok Barzanî herwiha ragihand ku di derbarê PDK û Herêma Kurdistanê de, cîbicîkirina destûrê dê bibe bingeha sereke ya danûstandinên ji bo avakirina hikûmeta bê ya Iraqê û vetoya wan li ser ti kes û aliyekî nîne. Li cem wan xala girîng ew e ku her kes û aliyekî baweriya wî bi federaliyeta tam li ser bingeha destûrê hebe, herwiha baweriya wî bi cîbicîkirina destûrê û derxistina zagonan ji bo wan bendên ku di destûrê de hatine û cîbicîkirina wan zagonan ku li ser bingeha destûrê hatine derxistin û heta niha nehatine cîbicîkirin, wekî zagona Encûmena Îtihadî û zagona neft û gazê, hebe. Her kes û aliyek ku bi cîbicîkirina destûrê ve girêdayî be, dê nêzîktirîn kes û alî li cem wan û li cem Herêma Kurdistanê be.

Di derbarê navxweya Herêma Kurdistanê de, Serok Barzanî ragihand ku berî hilbijartinên parlemanî yên Iraqê wan hemû nermî nîşan dan, û berê jî ragihandibûn ku ne şert e rewşa berî hilbijartinan, piştî hilbijartinan jî berdewam bike. Lê girîng e ku deriyên danûstandinan vekirî bin da ku bikarin bi hev re pirsgirêkan çareser bikin. Li ser pirsa yekrêziya Kurdan li Bexdayê, Serok Barzanî destnîşan kir ku bingeha yekrêziya Kurdan li Bexdayê ew e ku baweriyeke hevpar li ser pirsên stratejîk ên Herêma Kurdistanê û li ser mijara federaliyetê û girêdana Bexdayê bi hemû bendên destûrê ve hebe.

Pêwendiyên di navbera Brîtanyayê û Herêma Kurdistanê û Iraqê de yek ji mijarên din ên hevdîtinê bûn, û her du alî li ser girîngiya berdewamiya van pêwendiyan û pêşxistina wan di hemû waran de li hev raman bûn.




Nûçeyên din

Serokê Herêma Kurdistanê hemû piştgiriyeke Herêma Kurdistanê ji bo aştiyê li Tirkiyê dupat dike

SATURDAY, 06 DECEMBER 2025 16:12:43

Hewlêr-KDP.info: Îro Şemiyê 06.12.2025an, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di peyamekê de ji bo Konferansa Navdewletî ya Aştî û Civaka Demokratîk ku DEM Partiyê rêk xistiye û li Stenbolê birêve çû, hemû piştgiriya Herêma Kurdistanê ji bo serxistina aştiyê li Tirkiyê dupat kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel Wezîrê Derve yê Îmaratê civiya

FRIDAY, 05 DECEMBER 2025 23:12:00

Ebû Dhabî -KDP.info: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li bajarê Ebû Dhabî bi Wezîrê Derve yê Îmaratê re civiya.

 
Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokê Îmaratê li Ebû Dhabî civiyan

FRIDAY, 05 DECEMBER 2025 22:12:00

Ebû Dhabî -KDP.info: îro 5ê Berçileya 2025an, Serokwezîr Mesrûr Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya fermî ya bo Îmaratê de, li bajarê Ebû Dhabî li gel Serokê Mîrnişîna Yekbûyî ya Erebî Şêx Mihemed Bin Zayîd Al Nehyan civiya.

 
Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser serdana Serok Barzanî ya Cizîrê daxuyanî da

FRIDAY, 05 DECEMBER 2025 00:12:39

Hewlêr-KDP.info: Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser encam û karvedanên serdana Serok Mesûd Barzanî ya Cizîra Botan a Bakurê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.

Baregeha Barzanî têkdan gorên Xiristiyanan bi tundî şermezar kir

THURSDAY, 04 DECEMBER 2025 22:12:03

Hewlêr-KDP.info: Baregeha Barzanî li ser destdirêjî, têkdan û şkandina gor û kêliyên goristana Xiristiyanan li Koyeyê ragihandinek parve kir.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact