Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SUN, 16 AUG 2026 16:01 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serokê Herêma Kurdistanê: Hilbijartina vê carê girîng e û destpêkek nû li Iraqê dest pê kiriye
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info : îro 11ê Mijdara 2025ê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, ev hilbijartin yek ji girîngtirîn hilbijartinên heta niha li Iraqê hatine kirin e û got: "Em hêvîdar in ku ev hilbijartin bibe destpêkeke nû ji bo Iraqeke federal û demokratîk."

Nêçîrvan Barzanî ku îro ku dengê xwe da, di konferanseke rojnamevanî de ragihand, divê hemû pêkhate di çarçoveya Iraqê de bigihîjin hemû maf û destkeftiyên xwe. 

Herwiha tekez kir, dengdan hem maf e û hem jî berpirsiyariyeke mezin e û got, "Girîng e welatiyên Iraq û Herêma Kurdistanê bi erkê xwe rabin û berê xwe bidin sindoqên dengdanê."

Serokê Herêmê dilxweşiya xwe anî ziman ku qonaxa yekem a dengdanê (dengdana taybet) bi aramî birêve çûye û spasiya hemû hêzên ewlehiyê û Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan kir ji bo tedbîr û hewlên wan. Herwiha hêvî xwest ku jiyaneke baştir û xizmetguzariyên hêjatir ji gelê Iraqê re bêne pêşkêşkirin.

Di bersiva pirseke rojnamevanekî de derbarê cudahiya vê hilbijartinê de, Nêçîrvan Barzanî got, Iraq ji aliyê ewlehî û aboriyê ve guherîneke baş bi xwe ve dîtiye û wiha axivî: "Ji bo me, girîngiya vê hilbijartinê ew e ku em bawer dikin ku destpêkeke nû di qonaxa destûrî ya Iraqê de dest pê kiriye. Pêwîst e destûra Iraqê bibe garantorê aramiyê ji bo hemû gelê Iraqê. Karê herî girîng piştî vê hilbijartinê ew e ku hewleke cidî were dayîn ji bo cîbicîkirina destûra Iraqê."

Derbarê pêwendiyên navxweyî û pêkanîna hikûmetê de, Serokê Herêma Kurdistanê got, ew diyalogê bi ti aliyekî re red nakin û tekez kir ku piştî hilbijartinan dê careke din ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi aliyên din re rûnên.

Herwiha da zanîn, piştî aşkerebûna encaman, dê ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û herwiha ji bo avakirina hikûmeta nû ya federal a Iraqê jî bi aliyên siyasî yên din re dest bi danûstandinan bikin.




Nûçeyên din

16ê Tebaxê, Nûkirina peymana xebatê, êkrîzî û berpirsyariya neteweyî

SUNDAY, 16 AUGUST 2026 14:08:06

D. Şîrîn Husnî

 

Partî û duza netewayetiya Kurdistanê

SUNDAY, 16 AUGUST 2026 14:08:06

Ihsan Amêdî

 
Nêçîrvan Barzanî: PDK alavek e bo xizmetkirina gel û parastina destkeftiyan

SUNDAY, 16 AUGUST 2026 12:08:59

Hewlêr-KDP.info:Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî bi helkefta salvegera 80ê ya damezrandina PDKê û 16ê Tebaxê peyameke pîrozbahiyê belav kir û tê de tekez li ser berpirsiyariya neteweyî ya PDKê wekî pêşenga tebayî û pêkvejiyanê kir.

 
Mesrûr Barzanî: PDK endazyara vejandin û pêşkeftina Kurdistanê ye

SUNDAY, 16 AUGUST 2026 12:08:52

Hewlêr-KDP.info: Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî bi helkefta 16ê Tebaxê, salvegera jidayikbûna Serok Barzanî û damezrandina PDKê peyameke pîrozbahiyê belav kir û tê de ragihand: "PDK û Serok Barzanî hêvî, cihê baweriya xelkê Kurdistanê û garantiya parastina Herêma Kurdistanê ne."

 
PDK: Em li ser rêbaza Kurdayetiyê û parastina qewareya Herêmê berdewam dibin

SUNDAY, 16 AUGUST 2026 12:08:43

Hewlêr-KDP.info: Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi boneya 80emîn salvegera damezirandina partiya xwe daxuyaniyek weşand.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact