Hewlêr-KDP.info: Îro Duşemê, 10.11.2025, Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di hevdîtinekê de bi birêz Muhammed Elhessan, Nûnerê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî re, rewşa giştî ya Iraqê, hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê û têkiliyên Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin.
Herwiha, girîngiya hilbijartin û rêveçûna pêvajoya dengdanê ya bêqisûr li Herêma Kurdistan û Iraqê bi giştî tekez kirin. Herwiha hêvî kirin ku hilbijartin û encamên wê, ji her alî ve Iraq û Herêma Kurdistanê ber bi qonaxeke baştir ve bibin. Herdu alî li ser girîngiya çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr - Bexdayê bi rêya diyalog û lihevkirinê hemfikir bûn, herwiha piştgirî dan parastina aramî û ewlehiya li Iraqê. Pêşketinên dawî yên rewşa herêmê bi giştî, mijareke din a hevdîtinê bû
Hewlêr-KDP : îro sêşemê 19.05.2026, di çarçoveya seredana xwe ya fermî ya ji bo Romayê de, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, ji aliyê birêz Sergio Mattarella, Serokkomarê Îtalyayê ve hate pêşwazîkirin û piştre li hev civîyan.
Hewlêr-KDP.info : îro duşemê 18.05.2026, di çarçoveya seredana xwe ya fermî ya ji bo Vatîkanê de, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi birêz Kardînal Pîêtro Parolîn, Serokwezîrê Vatîkanê re civîya.
Hewlêr-KDP.info : îro 18ê Gualnê ,Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Selahedîn Behaedîn kir.
istenbol-KDP.info: Berpirsê Beşa Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê radigihîne ku, di merasîma rûmetdayîna Profesor Îsmaîl Bêşîkçî de li Stenbolê, pêgeha neteweyî ya Serok Barzanî û peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bûn sedema kêfxweşî û pêzanîneke kûr a amadebûyan û Bêşîkçî.
Hewlêr-KDP.info : Berînîvroya îro duşemê 18.05.2026, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, ji aliyê Qedaseta Papa Leo yê Çardehê, Papayê Vatîkanê ve hate pêşwazîkirin û piştre li hev civiyan.
Hewlêr-KDP: Serok Barzanî êrişa li ser hêzên Pêşmergeyan "bi tundî" şermezar kir û ragihand, ew êrişeke dijminane ye û ti hincetê ranagire.
Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi tundî êrîşên mûşekî yên Îranê yên li ser hêzên Pêşmerge şermezar kirin û ev êrîş wekî "destdirêjiyeke dijminane ya rasterast li ser serweriya welat" pênase kir.
Hewlêr-KDP.info: Îro Şemî 21/3/2026an, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, peyamek pêşkêşî şahiya Newrozê ya Amedê kir. Di peyamê de tevî pîrozkirina Newrozê û sersala nû ya Kurdî, tekezî li ser girîngiya serêxistina aştiyê li Tirkiyê kir.