Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SUN, 16 AUG 2026 15:57 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Nêçîrvan Barzanî: Mesîhî pêkhateyeke resen a Kurdistanê ne
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info: Îro Pêncşemê, 16/10/2025,  Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Patrîkê Pîroz Mar Axnatyûs Eframê Duyem, Patrîkê Dêra Suryanî ya Ortodoks û şandeke pê re kir, ku ji hejmarek metran, qeşe û kesayetiyên olî yên dêrê ji seranserê cîhanê pêk dihat.

Di hevdîtinê de, Patrîkê Pîroz û şandeya pê re, behsa armanca serdana xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê kirin, ku ji bo vekirina du dêran bû; yek ji wan li Hewlêrê û ya din li Dihokê.

Di vî warî de, wan spasî û piştgiriya Serok Nêçîrvan Barzanî û Herêma Kurdistanê ji bo civaka Mesîhî kirin, bi taybetî di demên dijwar û dema koçberiya Mesîhî û pêkhateyên din de di dema şerê li dijî DAIŞê de. Herwiha, wan pêkvejiyana aştiyane ya di navbera pêkhateyan de li Herêma Kurdistanê bilind nirxand.

Ji aliyê xwe ve, Serok Nêçîrvan Barzanî dûpat kir ku Kurdistan bê cudahî, welatê me hemûyan e û ew bi vê pêkvejiyanê bi şanaz û serbilind in. Herwiha, wan piştrast kir ku Herêma Kurdistanê dê di pêşxistin, berfirehkirin û parastina çanda pêkvejiyan, lêborîn û pirrengiyê de berdewam be. Rêzdar herwiha got: "Mesîhî pêkhateyeke resen a vî welatî ne û em hemû di erk û mafan de wek hev in."

Rewşa dêrê û şopînerên wê li Herêma Kurdistanê, Iraqê û welatên cîhanê, mijareke din a hevdîtinê bû




Nûçeyên din

16ê Tebaxê, Nûkirina peymana xebatê, êkrîzî û berpirsyariya neteweyî

SUNDAY, 16 AUGUST 2026 14:08:06

D. Şîrîn Husnî

 

Partî û duza netewayetiya Kurdistanê

SUNDAY, 16 AUGUST 2026 14:08:06

Ihsan Amêdî

 
Nêçîrvan Barzanî: PDK alavek e bo xizmetkirina gel û parastina destkeftiyan

SUNDAY, 16 AUGUST 2026 12:08:59

Hewlêr-KDP.info:Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî bi helkefta salvegera 80ê ya damezrandina PDKê û 16ê Tebaxê peyameke pîrozbahiyê belav kir û tê de tekez li ser berpirsiyariya neteweyî ya PDKê wekî pêşenga tebayî û pêkvejiyanê kir.

 
Mesrûr Barzanî: PDK endazyara vejandin û pêşkeftina Kurdistanê ye

SUNDAY, 16 AUGUST 2026 12:08:52

Hewlêr-KDP.info: Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî bi helkefta 16ê Tebaxê, salvegera jidayikbûna Serok Barzanî û damezrandina PDKê peyameke pîrozbahiyê belav kir û tê de ragihand: "PDK û Serok Barzanî hêvî, cihê baweriya xelkê Kurdistanê û garantiya parastina Herêma Kurdistanê ne."

 
PDK: Em li ser rêbaza Kurdayetiyê û parastina qewareya Herêmê berdewam dibin

SUNDAY, 16 AUGUST 2026 12:08:43

Hewlêr-KDP.info: Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi boneya 80emîn salvegera damezirandina partiya xwe daxuyaniyek weşand.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact