Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SUN, 16 AUG 2026 16:53 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Peyama Serok Barzanî Di Bîranîna 64 Salîya Destpêkirina Şoreşa Îlonê
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info: Serok Mesûd Barzanî bi helkefta 64emîn salvegera destpêkirina Şoreşa mezin a Îlonê, peyamek belav kir û tê de tekezî li ser girîngiya dîrokî ya şoreşê kir. Serok Barzanî diyar kir ku Şoreşa Îlonê rûpeleke zêrîn di dîroka tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê de ye.

Naveroka Peyama Serok Barzanî:

Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan

Şoreşa Îlonê, rûpeleke zêrîn a tevgera rizgarixwaza Kurdistanê û mezintirîn şoreşa giştî ya siyasî, çekdarî û cemawerî ya Kurdistanê bû ku gelê Kurdistanê teşwiq kir û han da ku bi hêz û bi xwebaweriyê ber bi armancên nû û asoyeke berfireh ve gavan bavêje û di encamê de doza gelê Kurdistanê qonaxên mezin derbas bike.

Ev şoreş bi rêberiya Barzaniyê nemir, ji bo yekemîn car di dîrokê de bingeheke zexm ji bo têkoşîn û xebata hevbeş a herêmên cuda yên Kurdistanê û hemû çîn û tebeqeyên civakê û pêkhateyên Kurdistanê danî, ew jî ji bo parastina doza rewa û mafên gelê Kurdistanê bû. Şoreşa Îlonê ji bo qonaxên din ên têkoşîna gelê Kurdistanê jî çavkaniya hêz û îlhamê bûye, û ezmûn û destkeftiyên vê şoreşa mezin herdem ronahiyê didin têkoşîn û xebata gelê Kurdistanê.

Di bîranîna şêst û çar saliya destpêkirina Şoreşa Îlonê de, ez destxweşiyê û rûmetên xwe ji bo wan hemû kadîr û Pêşmerge û têkoşeran dikim ku bi israr û wêrekî û xebata xwe dîrok û şanaziyê ji bo gelê xwe tomar kirine. Di vê bîranînê de jî, hezar silav ji bo şehîdên Şoreşa Îlonê û hemû şehîdên rêya azadiya Kurdistanê re dişînin.

 

Mesûd Barzanî

11 ê Îlona 2025

 




Nûçeyên din

16ê Tebaxê, Nûkirina peymana xebatê, êkrîzî û berpirsyariya neteweyî

SUNDAY, 16 AUGUST 2026 14:08:06

D. Şîrîn Husnî

 

Partî û duza netewayetiya Kurdistanê

SUNDAY, 16 AUGUST 2026 14:08:06

Ihsan Amêdî

 
Nêçîrvan Barzanî: PDK alavek e bo xizmetkirina gel û parastina destkeftiyan

SUNDAY, 16 AUGUST 2026 12:08:59

Hewlêr-KDP.info:Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî bi helkefta salvegera 80ê ya damezrandina PDKê û 16ê Tebaxê peyameke pîrozbahiyê belav kir û tê de tekez li ser berpirsiyariya neteweyî ya PDKê wekî pêşenga tebayî û pêkvejiyanê kir.

 
Mesrûr Barzanî: PDK endazyara vejandin û pêşkeftina Kurdistanê ye

SUNDAY, 16 AUGUST 2026 12:08:52

Hewlêr-KDP.info: Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî bi helkefta 16ê Tebaxê, salvegera jidayikbûna Serok Barzanî û damezrandina PDKê peyameke pîrozbahiyê belav kir û tê de ragihand: "PDK û Serok Barzanî hêvî, cihê baweriya xelkê Kurdistanê û garantiya parastina Herêma Kurdistanê ne."

 
PDK: Em li ser rêbaza Kurdayetiyê û parastina qewareya Herêmê berdewam dibin

SUNDAY, 16 AUGUST 2026 12:08:43

Hewlêr-KDP.info: Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi boneya 80emîn salvegera damezirandina partiya xwe daxuyaniyek weşand.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact