Hewlêr-KDP.info:Baregeha Barzanî "bêrêziya" li hemberî Mîrê Kurdên Êzidî yên cîhanê û Serokê Civata Ruhanî ya Êzidiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg şermezar dike. Naveroka Peyama Baregeha Barzanî: Bi navê xwedayê mezin û dilovan Gelek bi tundî, wê bêrêziyê şermezar dikîn ku ji aliyê kesekê nezanê Êzdî ve, li bajarê Berlînê li dijî birêz Mîr Hazim Tehsîn Beg Mîrê Êzdiyan li Kurdistan û Cîhanê û Serokê Civata Ruhaniya Êzdiyan hatiye kirin. Tevgerên bi vî awayî mebesteke xerapkarane li pişte û bi tu awayekê nayê qebul kirin. Her ji vir piştevaniya xwe ji bo birêz Mîr Hazim Tehsîn Beg dûpat dikîn û hemû hewlek jî, ji bo dirustkirina du berekiya li nav Êzdiyan û sivikayetî kirina bi pîroziyên wan red dikîn. Baregeha Barzanî 05ê Tebaxa 2025
Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya Roja Rojnamegeriya Kurdî peyamek belav kir û tê de ragihand, parastina azadiya ramanê binyadeke sereke ya demokrasiyê ye.
Hewlêr-KDP.info: Serokwezîr Mesrûr Barzanî, bi boneya 22yê Nîsanê, Roja Rojnamegeriya Kurdî û 126emîn salvegera derçûna rojnameya "Kurdistan" ku ji aliyê Mîr Miqdad Midhet Bedirxan ve hatibû weşandin, peyameke pîrozbahiyê arasteyî hemû rojnamevanên Kurdistanê kir.
Hewlêr-KDP.info: Êvara îro Şemî 18/04/2026, her di berdewamiya bernameya xwe de li Foruma Dîplomasiya Antalyayê, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi birêz Recep Tayyip Erdoğan, Serokomarê Tirkiyeyê re civiya.
Hewlêr-KDP.info : Îro Şemî 18/04/2026, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di berdewamiya hevdîtin û civînên xwe yên Foruma Dîplomasiya Antalyayê de, bi birêz Yaşar Güler, wezîrê parastinê yê Tirkiyeyê re civiya.
Hewlêr-KDP.info : îro 18ê Nîsanê ، Serokwezîr Mesrûr Barzanî,derbarê êrîşên berdewam ên li ser Herêma Kurdistanê de peyamek belav kir û tê got: "Em êrîşên li ser Herêma Kurdistanê bi tundtirîn şêwe şermezar dikin ku her çend em ne aliyekî wî şerî bûn jî, lê belê êrîş di nava çend rojên borî de her berdewam bûn. "
Hewlêr-KDP: Serok Barzanî êrişa li ser hêzên Pêşmergeyan "bi tundî" şermezar kir û ragihand, ew êrişeke dijminane ye û ti hincetê ranagire.
Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi tundî êrîşên mûşekî yên Îranê yên li ser hêzên Pêşmerge şermezar kirin û ev êrîş wekî "destdirêjiyeke dijminane ya rasterast li ser serweriya welat" pênase kir.
Hewlêr-KDP.info: Îro Şemî 21/3/2026an, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, peyamek pêşkêşî şahiya Newrozê ya Amedê kir. Di peyamê de tevî pîrozkirina Newrozê û sersala nû ya Kurdî, tekezî li ser girîngiya serêxistina aştiyê li Tirkiyê kir.