Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SUN, 14 JUN 2026 14:03 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Peyama Serok Barzanî ya li yanzdehemîn salvegera karesata Şingalê
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info: Di 11emîn salvegera karesata Şingalê de, Serok Mesûd Barzanî peyamek belav kir û tê de ragihand" tawana li dijî Êzidiyan, berdewamiya zincîra karesatên li dijî gelê Kurdistanê ye û bang li dewleta Iraqê kir ku qerebûya qurbaniyên Şingalê û hemû jenosîdên din ên li dijî gelê Kurdistanê hatine kirin, bike".

Naveroka Peyama Serok Barzanî:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Ew tawana terorîstên Da'îşê yanzdeh sal berî niha li dijî xûşk û birayên me yên Êzdiyan encam dan, tawanek bû hemû tixûbên nemerdî û dirindeyî yê derbas bû. Ev e êşeke ku tu demekê ji bîra me naçê. Qedera gelê Kurd ew e bûye ku herdem dijminê wî yê dilreq û bêwîcdan hebûye û karesat li pey karesatan li ser gelê Kurdistanê de hatine. Ewê li dijî xûşk û birayên me yên Êzdî de rû da berdewamiya wan zincîre karesatane ku li dijî gelê Kurdistanê de hatine encam dan. Ji aliyê hemû kesek ve eşkereye ku Êzdî ji ber Kurdbûn û bîr û baweriya olî ketin ber pelên riq û bêwîcdaniya tawanbarên Da'îşê û hatin jenosayd kirin.

Piştî rûdana wê karesata li ser destên terorîstên Da'îşê, gelê Kurdistanê û Pêşmerge bi dil û bi can bi xûşk û birayên xwe re bûn û ew ê ji destê wan hat, ji bo rizgarkirina koçberan û azadkirina Şingalê û çiyayê Şingalê de encam dan. Li vir da rola hêza Pêşmergeyên Kurdistanê û wan hemû qehremanan bilind dinirxînîn ku dîrokeke bi rûmet tomar kirin û ji bo azadkirina çiyayê Şingalê û Şingalê xwîna xwe gorî kirin û tola xwe ji terorîstên Da'îşê kirin û serê terorîstan xistin bin piyên Êzdiyan. Her wiha gelek spasiya hêzên Hevpeymanan dikîn ku li yarmetîdana Pêşmerge û têkşikandina Da'îş de roleke ber bi çav dîtin.

Li yanzdehemîn salvegera karesata Şingalê da silav ji bo ruh û giyanê şehîdan û cangoriyên wê tawanê û wan hemû tawan û komkujiyan re dişînîn ku li ser gelê Kurdistanê da hatine. Pêwîste dewleta Iraqê qerebûya cangoriyên karesata Şingalê û wan hemû jenosaydan bike ku li ser gelê Kurdistanê de hatine encam dan. Divê dawî bi wê bîr û raman û reftarên şoveniyan bînin ku her car û bi hêcetek û bi eqliyeteke nemirovane û înkarkirinê gelê Kurdistanê diêşînin.

 

Mesûd Barzanî

3ê Tebaxa 2025

 

 

 

 




Nûçeyên din

Daxuyaniya civîna berfireh a Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê

SUNDAY, 14 JUNE 2026 00:06:00

Hewlêr-KDP.info : îro Şemiyê 13ê Hezîrana 2026an, Bi serperştiya Serok Barzanî, Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) civîneke berfireh pêk anî. Di civînê de geşedanên siyasî, encamên şerê Amerîka û Îranê, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û destpêşxeriya Serok Barzanî ya ji bo navxweya Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

 
Serok Barzanî pêşwaziyê li Mihemed Hacî Mehmûd kir

SATURDAY, 13 JUNE 2026 10:06:38

Hewlêr-KDP.info : Roja înê 12ê Hezîrana 2026an, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Mihemed Hacî Mehmûd, Serokê Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê kir.

 
Mesrûr Barzanî mezintirîn û pêşkeftîtirîn navenda ciwanan vekir

THURSDAY, 11 JUNE 2026 17:06:18

Hewlêr-KDP.info : Di çarçoveya giringîdana berdewam a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi şiyanên ciwanan û amadekirina jîngeheke guncaw ji bo afirîneriyên wan, Mesrûr Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, mezintirîn û pêşketîtirîn navenda ciwanan li seranserî Herêma Kurdistanê û Iraqê vekir, ku ji aliyê (Kurdistan Foundation) ve xwedîtî lê tê kirin û tê birêvebirin.

 
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Mîrê Êzidiyan kir

THURSDAY, 11 JUNE 2026 17:06:21

Hewlêr-KDP.info : îro (Çarşem, 10ê Hezîrana 2026) , Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêşwaziya Mîrê Êzidiyan Mîr Hazim Mîr Tehsîn Beg kir.

Gera 4ê ya Festîvala Şel û Şepikan bi amadenûna Serok Barzanî tê lidarxistin

THURSDAY, 11 JUNE 2026 00:06:00

Zaxo-KDP.info: îro (Çarşem, 10ê Hezîrana 2026), Gera Çarê ya Festîvala Zaxoyê ya Şel û Şapik û Kincên Kurdî bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî dest bi çalakiyên xwe kir.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact