Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 18 NOV 2025 16:17 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê kir
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info: Roja yekşema 6 ê temmûza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke Encûmena Nûnerên Iraqê, ya bi serokayetiya birêz Mehmud Meşhedanî kir.

‏Li hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasî ya Iraqê û kêşeyên di navbera Hikûmeta Iraqa Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê danustandina bîr û raman kirin û herwiha behsa biryara birîna mûçeyên mûçexorên Herêma Kurdistanê kirin û tekez li wê yekê kirin ku pêwîste li çarçêweya destur û bi ber çav girtina bingehên hevbeşî û hevsengî û li hevkirinê de kêşe bêne çareser kirin û bi tu awayekê jî debara welatiyên Herêma Kurdistanê tevlî nakokiyên di navbera aliyên siyasî û her du Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê neyê kirin û bi zûtirîn dem kêşeya şandina mûçe û şayesteyên darayiyên Herêma Kurdistanê bê çareser kirin.

‏Hilbijartinên bê ya Encûmena Nûnerên Iraqê û hemahengiya di navbera aliyan yên bi navê çareserkirina kêşeyan û rastkirina şaşî û kêmasiyên li nav proseya siyasiya Iraqê mijarên dinê vê hevdîtinê bûn.




Nûçeyên din

Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîr El-Sûdanî Civiyan

TUESDAY, 18 NOVEMBER 2025 15:11:51

Dihok-KDP.info: Îro piştî nîvro Sêşemiyê 18/11/2025 li Dihokê, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Mihemed Şiya El-Sûdanî, Serokwezîrê Federalî yê Iraqê kir.

 
Serok Barzanî Li bajarê Dihokê Beşdarî Foruma MEPS Kir

TUESDAY, 18 NOVEMBER 2025 15:11:50

Hêvîdar im aliyên Kurdistanî baş guh bidin vê axaftina min. Niha ew rewşên ku piştî hilbijartina federalî hene, ew rewşên beriya niha nînin. Pêwîst e li gorî îstehqaqa hilbijartinê, hemû alî bigihîjin heqê xwe.

 
Serok Barzanî Pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê li Iraqê Kir

SUNDAY, 16 NOVEMBER 2025 17:11:50

Hewlêr-KDP.info: Roja Yekşemê, 16ê Mijdarê, 2025, li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Irfan Sadiq, Balyozê Brîtanyayê li Iraqê kir.

Serok Barzanî Pêşwaziyê li Çend Ciwanên Duzxurmatû Kir

SATURDAY, 15 NOVEMBER 2025 19:11:30

Hewlêr-KDP.info: Roja Şemiyê, 15ê Mijdara 2025an, li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li wan ciwanên Kurd kir ku di 11ê Mijdara 2025an de, di roja hilbijartinê de

Peyameke pîrozbahiyê ji Serok Barzanî

WEDNESDAY, 12 NOVEMBER 2025 12:11:50

Hewlêr-KDP.info: îro 12ê Mijdarê , Serok Mesûd Barzanî, bi boneya birêveçûna serkeftî ya hilbijartinên parlamentoya Iraqê, pîrozbahî li welatiyên Kurdistanê û tevahiya Iraqê kir. 

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact