Hewlêr-KDP.info: Roja şemî 5 ê temmuza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya endamên Encûmena Piştevaniya Parêzgeha Helebçeyê kir. Di destpêka hevdîtinê de şanda mîhvan bi navê xelkê Helebçeyê ji bo rola Serok Barzanî ya li hewlên bi parêzgehbûna Helebçeyê û ew xizmetguzariyên ku berê pêşkêşî Helebçeyê hatine kirin spas û rûmetên xwe hebû. Herwiha spasiya Serokayetiya Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Parlemena Kurdistanê û Nûnerên Herêma Kurdistanê li Bexdayê kirin ku bi hevre hewleke ciddî ji bo serxistina bi parêzgehbûna Helebçeyê dan. Herwiha daxwazê kirin ku Serok Barzanî li palpiştiyên xwe yên ji bo Helebçeyê û zêdetir xizmetguzariya devera Helebçeyê li rêya sazî û damezraweyên Herêma Kurdistanê de berdewam bê. Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û ji bilî balkişandina bi dîrok û qurbanîdana Helebçeyê ragihand, bi parêzgehbûna Helebçeyê tenê babeteke me'newî û bi navê gihandina xizmetguzariyên zêdetire û beranberî bi qurbanîdan û meziniya Helebçeyê nayê kirin. Her wiha eve jî xisterû ku bi şanaziyê ve xwe bi endameke Encûmena Piştevaniya Parêzgeha Helebçeyê dizanê û erkî sazî û damezraweyên Herêma Kurdistanê ye ewê li karîn û şiyana wan da bê ji bo xizmetkirina Helebçe encam bidin. Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî di derbarê rewşa siyasî û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Iraqa Federal ber çavrûniyên pêwîst xisterû.
Hewlêr-KDP : îro sêşemê 19.05.2026, di çarçoveya seredana xwe ya fermî ya ji bo Romayê de, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, ji aliyê birêz Sergio Mattarella, Serokkomarê Îtalyayê ve hate pêşwazîkirin û piştre li hev civîyan.
Hewlêr-KDP.info : îro duşemê 18.05.2026, di çarçoveya seredana xwe ya fermî ya ji bo Vatîkanê de, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi birêz Kardînal Pîêtro Parolîn, Serokwezîrê Vatîkanê re civîya.
Hewlêr-KDP.info : îro 18ê Gualnê ,Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Selahedîn Behaedîn kir.
istenbol-KDP.info: Berpirsê Beşa Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê radigihîne ku, di merasîma rûmetdayîna Profesor Îsmaîl Bêşîkçî de li Stenbolê, pêgeha neteweyî ya Serok Barzanî û peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bûn sedema kêfxweşî û pêzanîneke kûr a amadebûyan û Bêşîkçî.
Hewlêr-KDP.info : Berînîvroya îro duşemê 18.05.2026, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, ji aliyê Qedaseta Papa Leo yê Çardehê, Papayê Vatîkanê ve hate pêşwazîkirin û piştre li hev civiyan.
Hewlêr-KDP: Serok Barzanî êrişa li ser hêzên Pêşmergeyan "bi tundî" şermezar kir û ragihand, ew êrişeke dijminane ye û ti hincetê ranagire.
Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi tundî êrîşên mûşekî yên Îranê yên li ser hêzên Pêşmerge şermezar kirin û ev êrîş wekî "destdirêjiyeke dijminane ya rasterast li ser serweriya welat" pênase kir.
Hewlêr-KDP.info: Îro Şemî 21/3/2026an, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, peyamek pêşkêşî şahiya Newrozê ya Amedê kir. Di peyamê de tevî pîrozkirina Newrozê û sersala nû ya Kurdî, tekezî li ser girîngiya serêxistina aştiyê li Tirkiyê kir.