Hewlêr-KDP.info: Şeva derbasbûyî, dûşema 16.06.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û birêz Ebas Eraqçî Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê, peywendiyeke telefoniyê encam dan.
Di vê peywendiyê de pêşhatên dawî ya operasyon û rûbirûbûna serbaziya di navbera Komara Îslamî ya Îranê û Îsraîlê guftûgo kirin û di derbarê bandor û encamên wê yên li ser navçeyê de, danustandina bîr û ramanan kirin. Her du alî li ser girîngiya parastina aramî û ewlehiyê û dûrxistina navçeyê ji aloziyên zêdetir hevdeng bûn, ji bo vê mebestê jî tekez li ser wê yekê kirin ku civaka navdewletî rola xwe ya ji bo rawestandina kirdarên serbazî û çareserkirina aştiyane ya nakokiyan de bibîne. Li beşeke dinê peywendiyê da, her du alî balkişandin li ser peymana ewlehiyê ya di navbera Iraq û Komara Îslamî ya Îranê û li vî derbarî de rêzdar Serokê Herêma Kurdistanê, pêdagiriya Herêmê bi peymanê re, dûpat kir. Metirsiya sedemên zêdetir pêşxistina pêşhatan û çend pirseke dinê girîng û hevbeş, mijarên dinê vê peywendiya telefoniyê bûn.
Hewlêr-KDP.info: îro (Duşem, 07ê Tîrmeha 2025ê) li Hewlêrê , Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî bi hejmareke kadroyên PDKê re civiya.
Hewlêr-KDP.info: îro (Duşem, 07ê Tîrmeha 2025ê) Serok Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya Rêberê Giştî yê Tevgera Îslamî Îrfan Ebdilezîz kir.”
Hewlêr-KDP.info: Roja yekşema 6 ê temmûza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke Encûmena Nûnerên Iraqê, ya bi serokayetiya birêz Mehmud Meşhedanî kir.
Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Tîrmehê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî Serokê parlementoya Îraqê Dr. Mehmûd Meşhedanî kir.
Hewlêr-KDP.info: Roja şemî 5 ê temmuza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya endamên Encûmena Piştevaniya Parêzgeha Helebçeyê kir.
Hewlêr-KDP.info: îro 13ê Sibatê, Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li kesayetiyê navdarê Iraqî Xemîs Xencer kir.
Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 7ê Îlonê Zanîngeha Navdewletî ya Brîtanî li Hewlêrê vekir û got: “Vekirina vê zanîngehê, vekirina deriyê ezmûna dewlemend û awayê xwendina zanîngehên Brîtanî li Herêma Kurdistanê ye.”
Hewlêr-KDP.info- Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed li ser destnîşankirina Parêzgar û Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê û dabeşkirina kursiyên îdarî li wî Kerkûkê daxuyaniyek belav kir.