Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 10 MAR 2026 12:42 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzanî û Birêvebera Karûbarên Konsulxaneya Îmaratê tekez li ser xurtkirina têkiliyên dualî kir
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info : îro 16ê Hezîrana 2025ê, Mesrûr Barzanî ,Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Birêvebera Karûbarên Konsulxaneya Giştî ya Îmaratê li Herêma Kurdistanê Şeyxe Beşîr Ferhan kir.

Li gorî ragihandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, “Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji ber destpêkirina karî pîrozbahî li wê kir û daxwaza serkeftinê jê re kir û hemî piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo biserxistina erkê wê diyar kir.”

Di wê ragehandinê de hatiye, "Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa amaje da têkiliyên taybet û dostane yên di navbera dewleta Îmaratê û Herêma Kurdistanê de û spasî û rêzên Herêma Kurdistanê ji bo arîkarî û piştevaniya gel û serkirdetiya Îmaratê tekez kirin."

Wê ragehandinê eşkere jî kiriye, "Birêvebera Karûbarên Konsulxaneya Giştî ya Îmaratê silav û rêzên Serokê Îmaratê Şêx Mihemed bin Zayîd Al Nehyan û Cîgirê Serok û Serokwezîr Şêx Mihemed bin Raşid Al Mektûm gihandin Serokwezîr Mesrûr Barzanî û tekez li ser zêdetir xurtkirina têkiliyên dualî kir.”




Nûçeyên din

Peyamek ji Serok Barzanî ji bo Raya Giştî re

SUNDAY, 08 MARCH 2026 16:03:09

Hewlêr-KDP.info: îro (Yekşem, 8ê Adara 2026ê) , Serok Barzanî li ser êrîşên li ser Herêma Kurdistanê peyamek ji raya giştî re belav kir.

Serok Barzanî: Min rêz ji bo rol û qurbanîdanên jinên Kurdistanê heye

SUNDAY, 08 MARCH 2026 14:03:05

Hewlêr-KDP.info: îro (Yekşem, 8ê Adara 2026ê) ,Serok Mesûd Barzanî bi helkefta 8ê Adarê, Roja Cîhanî ya Jinan, li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê peyamek belav kir.

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê ji bo Roja Cîhanî ya Jinan

SUNDAY, 08 MARCH 2026 14:03:03

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya 8ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinan peyamek belav kir û pîrozbahî li jinên Kurdistan, Îraq û cîhanê kir û hêviya serkeftinê ji wan re xwest.

Serokê Herêmê û Serokê Îmaratê rewşa navçeyê gotûbêj kirin

FRIDAY, 06 MARCH 2026 22:03:00

Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Adarê, Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî peywendiyeke telefonî ji Serokê Dewleta Îmaratê Şêx Mihemed bin Zayid Al Nehyan wergirt.

 
Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîr El-Sûdanî tekez li ser parastina ewlehiyê kirin

FRIDAY, 06 MARCH 2026 21:03:00

Hewlêr-KDP.info: Êvara îro Înê 06.03.2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, peywendiyeke telefoniyê ji birêz Mihemed Şiya El-Sûdanî, Serokwezîrê Iraqê yê Federal wergirt.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact