Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SUN, 25 JAN 2026 00:24 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzani bi boneya Cejna Qurbanê peyamek belav kir
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info:Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî bi hatina cejna Qurbanê ya Pîroz peyamek balav kir û ragehand: “Em ê hemû hewlekê bidin da ku vê rewşê derbas bikin û vê zilmê li ser fermanberên mûçexwar ên Herêma Kurdistanê rakin.”

Di peyama Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatiye ragehandin, "Bi boneya Cejna Qurbanê ya pîroz, ez pîrozbahiyên xwe yên germ li hemû Misilmanên Herêma Kurdistanê, Iraqê û cîhanê, bi taybetî li Pêşmergeyên qehreman, hêzên ewlehiya navxweyî û malbatên şehîdan û qurbaniyên Enfalê dikim û hêvîdarim hûn rojên cejnê di nava aramî û asadeyî yê de derbas bikin”

Herwaha amaje bi wê jî kiriye: "Pir bi êşe û nîgeraniyeke kûre ku em vê cejnê di rewşek darayî ya dijwar de pîroz dikin ji ber cezakirina girseyî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji hêla hikûmeta federal ve, lê em piştrast dikin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê hemû hewlekê bide ji bo derbaskirina vê rewşê û rakirina vê sîtema nerewa ya li hember Herêma Kurdistanê tê kirin.”




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwazî li namzedbûna Nûrî Malîkî bo postê Serokwezîrê Iraqê kir

SATURDAY, 24 JANUARY 2026 23:01:00

Hewlêr-KDP.info: Serok Barzanî pêşwazî li biryara Çarçoveya Hevahengiyê ya ji bo destnîşankirina Nûrî Malikî wekî namzedê Serokwezîrê Iraqê dike.

 
Serok Barzanî digel Wezîrê Berevaniyê yê Îtalyayê civiya

THURSDAY, 22 JANUARY 2026 21:01:58

Îtalya-KDP.info: Di çarçoveya serdana xwe ya Îtalyayê de, roja pêncşemê 22.01.2026an li bajarê Romayê, Serok Mesûd Barzanî digel rêzdar Guido Crosetto Wezîrê Berevaniyê yê Îtalyayê civiya.

 
Serokê Herêma Kurdistanê Digel Rêzdar Mezlûm Ebdî Civiya

THURSDAY, 22 JANUARY 2026 19:01:07

Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li rêzdar Mezlûm Ebdî, Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û şandekî pê re kir.

Naveroka Peywendiya Telefonî ya di Navbera Serok Barzanî û Mîrê Qeterê

WEDNESDAY, 21 JANUARY 2026 23:01:00

Hewlêr-KDP.info: Êvara roja Çarşemiyê, 21.01.2026an, di navbera Serok Mesûd Barzanî û Şêx Temîm bin Hemad Mîrê Qeterê de peywendiyeke telefonî hate kirin.

Naveroka hevdîtina Serok Barzanî û Serokwezîrê Vatîkanê

WEDNESDAY, 21 JANUARY 2026 19:01:29

Vatîkan- KDP.info: Serok Mesûd Barzanî roja Çarşemê 21.01.2026an, di çarçoveya serdana xwe ya Vatîkanê de, bi birêz Pietro Parolinî, Serokwezîrê Vatîkanê re civiya.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact