Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 16 APR 2026 18:00 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Nêçîrvan Barzanî bi Serok Pizişkiyan re civiya
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info: Îro yekşem 2025/5/18 li Tehranê, birêz Nêçîrvan Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê, bi birêz Mesûd Pizişkiyan, serokê Komara Îslamî ya Îranê re civiya.
Di civînê de, kêfxweşiya xwe bi asta peywendiyên navbera herdu aliyan diyar kirin û tekez li ser xwesteka dualî ji bo pêşvebirina zêdetir a hevkariya hevbeş, bi taybetî di warên bazirganî û aborî de, kirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî pêgîriya Herêma Kurdistanê bi siyaseta cîrantiya baş li ser bingeha berjewendiya hevbeş û rêzgirtina ji hev re dubare kir, herwiha bal kişande ser hevbeşî û peywendiyên dêrîn û kevnar ên Herêma Kurdistanê bi Îranê re.
Herdu aliyan pêşhatên dawên ên herêmê nirxandin û li ser girîngiya parastina tenahiyê û çareserkirina aştiyane ya pirsgirêkan hevra bûn, herwiha çend mijarên din ên ji herdu aliyan re girîng, hatin gotûbêjkirin.




Nûçeyên din

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê di Salvegera Kîmyabarankirina Balîsan, Şêx Wasanan û Geliyê Xoşnawetiyê de

THURSDAY, 16 APRIL 2026 13:04:00

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi boneya 39emîn salvegera kîmyabarankirina Balîsan û Şêx Wesanan peyamek weşand.

 
Peyama Serok Barzanî ji bo Salvegera Tawana Kîmyabarankirina Balîsan, Şêx Wesanan û Geliyê Xoşnawetî

THURSDAY, 16 APRIL 2026 13:04:00

Hewlêr-KDP.info: Serok Barzanî di 39emîn salvegera kîmyabarankirina Balîsan û Şêx Wesanan de îro 16ê Nîsanê peyamek weşand û tê de hat ragihand; rejîma berê ya Iraqê tawneke din li dijî gelê Kurd encam da ku ew jî kîmyabarankirina Balîsan, Şêx Wesanan û Dolê Xoşnawetî bû.

 
Mesrûr Barzanî pîrozbahiya Sersalê li Êzîdiyan dike

WEDNESDAY, 15 APRIL 2026 13:04:11

Hewlêr-KDP.info: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya Sersala Êzîdiyan peyameke pîrozbahiyê belav kir û piştgiriya xwe ji bo maf û daxwazên wan dupat kir.

Serok Barzanî Cejna Serê Salê li Êzidiyan pîroz dike

WEDNESDAY, 15 APRIL 2026 13:04:16

Hewlêr-KDP.info: Serok Barzanî Cejna Serê Sala Ola Êzidiyan li Êzidiyên Kurdistanê û cîhanê pîroz dike û hîviya bextewerî û keyfxweşiyê ji wan re dixwaze.

 
Serokê Herêma Kurdistanê sersala Êzidiyan pîroz dike

WEDNESDAY, 15 APRIL 2026 12:04:59

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Cejna Serê Salê ya Kurdên Êzidî pîroz kir û got, “Ez hêvî dikim ev sersal bibe destpêka saleke tijî serkeftin û aramî.”

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact