Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 20 JAN 2026 09:40 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

‏Serok Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê Filistînê li Hewlêrê kir
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info: Roja sêşema 13ê Gulana 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyoz Mahir Elkerkî Konsulê Giştî yê nû yê Filistînê li Hewlêrê kir.
‏Li hevdîtinê de Konsulê Giştî yê Filistînê, ji bilî balkişandina li ser peywendiyên dîrokî yên di navbera gelê Kurdistanê û gelê Filistînê, silavên Serok Mehmud Ebas Serokê Filistînê û serkirdayetî û gelê Filistînê bi Serok Barzanî gihand û tekez jî li ser girîngiya berdewamî û pêşxistina peywendî û dostayetiya di navbera her du aliyan kir.
‏Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî balkişand li ser peywendiyên di navbera gelê Kurdistanê û gelê Filistînê ya li qonaxên cûda yên xebata rewa ya gelê Filistînê ya her li dema Serok Yaser Erefat heta Serok Mehmud Ebas û tekez jî li wê yekê kir ku doza gelan eger hinek li rawestgehan da jî tûşî şikest yan rawestanê bibin lê belê tu demekê bi dawî nayên. Hêvî jî xwest ku dawî bi wê karesat û êşan bê ku li ser gelê Filistînê da hatiye û doza rewaya gelê Filistînê bigihe aştî û çareseriyeke rewa.




Nûçeyên din

Peyamek ji Serok Barzanî

SUNDAY, 18 JANUARY 2026 15:01:37
Hawler-KDP.info:Serok Barzanî li ser bûyerên dawî yên li Sûriyeyê peyamek belav kir.
 
Serok Barzanî Mêvandariya Balyoz Tom Barrack, Nûnerê Taybetî yê Serokê Amerika yê Suriyê, Mezlûm Ebdî Fermandeyê Giştî yê Hêzên Suriya Demokrat û Mihemed Îsmaîl Serokê ENKS ê Kir

SATURDAY, 17 JANUARY 2026 19:01:23

Hawler-KDP.info: Roja Şemiyê, 17.01.2026an, li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî mêvandariya civîneke girîng ya di navbera Balyoz Tom Barrack, nûnerê taybetî yê Serokê Amerîkayê ji bo karûbarên Sûriyê, Wendy Green, Konsula Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê,

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li mersûma nû ya Serokatiya Sûriyeyê dike

SATURDAY, 17 JANUARY 2026 19:01:52

Hawler-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li biryarnameya Komarî ya Serokatiya Sûriyeyê ya derbarê naskirina mafên Kurdan de kir û ew wekî "gaveke siyasî û yasayî ya rast" binav kir.

Serok Barzanî Pêşwaziya Nûnerê Serok Trump ji bo Karûbarên Sûriyê û Balyozê Amerîka li Tirkiyê Kir

SATURDAY, 17 JANUARY 2026 17:01:40

Hawler-KDP.info: Roja Şemiyê, 17.01.2026an, li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Tom Barrack, nûnerê Serok Trump ji bo karûbarên Sûriyê, û Balyozê Amerîka li Tirkiyê û şanda pê re kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Destxweşiyê li Amedsporê Kir

THURSDAY, 15 JANUARY 2026 18:01:44

Hawler-KDP.info: Berî nîvroya îro, Pêncşema 15/01/2026, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li heyeta rêveberiya Komeleya Amedsporê kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact