Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 14 JUL 2026 13:25 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Kovara Forbesê pesnê rola Serok Barzanî di çareserkirina pirsa Kurd li Sûriyê dike
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info-Kovara Forbesê ya Amerîkî raportek derbarê rola Herêma Kurdistanê û Serok Barzanî di aramiya navçeyê û şerê li dijî terorê de belav kir. Her wiha pesnê rol û bandora Serok Barzanî di yekxistina helwesta Kurd û çareserkirina pirsa Kurd li Sûriyê dike.

Di derbarê hevdîtina Serok Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî de, kovarê tekez li ser wê yekê kir ku Serok Barzanî roleke wî ya girîng di yekxistina helwesta Kurd li Sûriyê de heye. Herwiha hevdîtina wan jî ji bo destpêkirina danûstandinên di navbera partiyên kurd ên Sûriyeyê de girîng e.

Her wiha, Forbes tekezî li ser rola hêzên Pêşmerge di şerê li dijî terorê de kir, ku Pêşmerge li kêleka hêzên Amerîka û hevpeymanan di şerê DAIŞê de şer kiriye. Her dema ku metirsiya DAIŞê hebe, Serok Barzanî amadehiya hêzên Pêşmerge bo şerê li dijî terorê tekez kiriye.

Di dawiya raporê de behsa vê yekê tê kirin :ji ber van sedeman, Herêma Kurdistanê wek hevalbendeke hertimî û stratejîk a Waşîntonê û şirîkekî pêbawer ji bo Amerîkayê di vê navçeya aloz a cîhanê de dimîne.

 




Nûçeyên din

Serokê Herêma Kurdistanê beşdariya Şîna Mîrê berê yê Qeterê kir

MONDAY, 13 JULY 2026 21:07:00

Hewlêr-KDP.info: Piştî nîvroya îro duşem 13.07.2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, li gel hejmarek ji serkirde û berpirsên bilind ên welatên herêmê û cîhanê li Dohaya paytexta Qeterê, beşdariya rêwresma şîna Şêx Hemed Bin Xelîfe Al Sanî, Mîrê berê yê dewleta Qeterê kir û ji aliyê rêzdar Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî, Mîrê Dewleta Qeterê ve hat pêşwazîkirin.

 
Serokê Herêma Kurdistanê beşdariya civîna Hevpeymaniya Îdareya Dewletê de dike

SUNDAY, 12 JULY 2026 22:07:00

Hewlêr-KDP.info: Êvara îro Yekşem 12.07.2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi armanca beşdarbûna di civîna Hevpeymaniya Îdareya Dewletê de, li ser vexwendina wê hevpeymaniyê ber bi Bexdaya paytext ve bi rê dikeve.

Serokê Herêma Kurdistanê bilindtirîn madalyaya Îtalyayê werdigire

THURSDAY, 09 JULY 2026 10:07:52

Hewlêr-KDP.info : Êvara îro Çarşemê 08/07/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di merasîmekê de li Hewlêrê, madalyaya rêzlênanê ya Serokkomarê Îtalyayê pê hate bexşîn. Ev madalya "Stêrka Îtalyayê" ya di pileya "Sûwarê Xaçê Mezin" de ye û yekem car e li ser asta Iraq û Herêma Kurdistanê tê bexşîn.

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li Patriyarkê Dêra Kildanî li Iraqê û cîhanê dike

TUESDAY, 07 JULY 2026 16:07:25

Hewlêr-KDP.info : Piştî nîvroya îro Sêşemê 07.07.2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li cenabê Mar Pawlosê Sêyem Nona, Patriyarkê Dêra Kildanî li Iraqê û cîhanê kir.

Serokê Herêma Kurdistanê beşdariya merasîma malavayîkirina Rêberê Berê yê Îranê kir

FRIDAY, 03 JULY 2026 20:07:00

Hewlêr-KDP.info : îro Înê 03.07.2026an, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, tevî hejmareke berçav ji serkirde û berpirsên pilebilind ên welatên herêmê û cîhanê, li Tehranê beşdariya merasîma fermî ya malavayîkirina Rêberê Bilind ê Berê yê Komara Îslamî ya Îranê kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact