Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SUN, 16 FEB 2025 11:40 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Behreyn amade ye peywendiyên xwe bi Kurdistanê re bipêş bixe
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Davosê li gel şandeke Şahnişîna Behreynê civiya.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro Sêşema 21.01.2025 li Davosê li gel şandeke Şahnişîna Behreynê civiya, ku ji Mîr Îsa bin Selman Al Xelîfe, Wezîrê Darayî û Aboriya Niştimanî Şêx Selman Bin Xelîfe Al Xelîfe, Wezîrê Pîşesazî û Bazirganiyê Ebdullah Adil Fexro û Serokê Dîwana Cihnişîna Şêx Selman Ehmed El Xelîfe pêk hatibû.

Şandeya mêvan silavên Şahê beyreynê Şah Hemed Bin Îsa Al Xelîfe, Cihnişîn û Serokwezîrê Behrêynê gihandin Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadehiya Şahnişîna Behrêynê ji bo pêşxistina peywendiyên digel Herêma Kurdistanê di warên cuda de nîşan da.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya piştevaniya Şahnişîna Behreynê bi taybetî, Şah Hemed kir û tekez kir ku ew dixwazin peywendiyên dualî zêdetir bihêztir bibin.

 




Nûçeyên din

Nêçîrvan Barzanî daxwaza parastina mafên Kurdan li Sûriyeyê kike

FRIDAY, 14 FEBRUARY 2025 19:02:36

Hewlêr-KDP.info: Îro înê 14.02.2025ê li bajarê Munchenê, di berdewamiya hevdîtin û civînên xwe yên di çarçoveya Konferensa Ewlehiyê ya Munchenê da, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi Mihemed El-Xalîfî Wezîrê Dewletê li Wezareta Dervya Qeterê re civiya.

Nêçîrvan Barzanî spasiya Almanyayê kir

FRIDAY, 14 FEBRUARY 2025 17:02:11

Hewlêr-KDP.info: Di çarçoveya bernameya karê xwe yê di çarçoveya Konferansa Ewlekarî ya Munchenê da, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê îro 14.02.2025ê bi Boris Pistorius, Wezîrê Berevaniyê Almanyayê re civiya û di hevdîtinê da behsa peywendiyên Almanya bi Iraq û Herêma Kurdistanê û peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê kirin û di derbarê metirsiyên DAIŞê û pêşhatên navçeyê bi taybetî li Sûriyê da danustandina bîr û ramanan kirin.

 
Nêçîrvan Barzanî bo beşdarîkirina Konferansa Miyonşinê gihîşt Almanyayê

THURSDAY, 13 FEBRUARY 2025 19:02:16

Hewlêr-KDP.info: îro 13ê Sibatê, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê Kurdistanê ji bo beşdarîkirina Konferansa Asayîşê ya

 
Serok Barzanî û Xemîs xencer rewşa navçeyê gotûbêj dikin

THURSDAY, 13 FEBRUARY 2025 14:02:41

Hewlêr-KDP.info: îro 13ê Sibatê, Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li kesayetiyê navdarê Iraqî Xemîs Xencer kir.

Mesrûr Barzanî û Mehmet Şîmşek li ser hinartina petrolê axivîn

WEDNESDAY, 12 FEBRUARY 2025 16:02:38

Hewlêr-KDP.info: îro 12ê Sibatê, Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Mehmet Şîmşek, Wezîrê Darayiyê Tirkiyê li ser hinartina Petrola Kurdistanê axivîn.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact