Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Şahê Şanişîna Urdinê danûstandin li ser pêşxistina alîkarî û hevahengiyên navbera Urdinê û Herêma Kurdistanê û derfetên berifehkirinê di warên cuda cuda de kirin, herwesa Şahê Urdinê silav û rêz û hurmetên xwe ji bo cenabê Serok Barzanî diyar kirin.
Îro Yekşem, 19.01.2025 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi serdaneke fermî gehişt Emana paytexta Şanişîna Urdinê û bi Şahê Şanişîna Urdinê Rêzdar Şah Ebdilayê Duyê re civiya.
Di civîna Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Şahê Urdinê de danûstandin li ser pêşxistina alîkarî û hevahengiyên navbera Urdin û Herêma Kurdistanê û derfetên berfirehkirinê di warên cuda cuda de hatin kirin, herwesa Şahê Şanişîna Urdinê Rêzdar Şah Ebdilayê Duyê silav û rêz û hurmetên xwe ji bo cenabê Serok Mesûd Barzanî diyar kirin.
Her du aliyan tekez li ser mukomkirina peywendiyên dostane yên Urdinê bi Herêma Kurdistanê û Îraqê re di hemî waran de kirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bizavên Şanişîna Haşimî ya Urdinê bi rêberîtiya Rêzdar Şah Ebdilayê Duyê ji bo bicihanîna aştî û seqamgiriyê li Rojhilata Navîn bilind nirxandin.
Her du aliyan tekez kiriye ku ewlehî û seqamgiriya Sûriyê ji bo seqamgiriya deverê gelek giring e, herwesa tekez li ser giringiya berdewambûna lihevkirina agirbestê li kertê Xezzeyê û peydakirina aştiyeke tevgir li seranserî deverê hat kirin.