Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 12 JUL 2025 22:38 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Balyoza Amerîkayê: Herêma Kurdistanê mînakeke demokrasiyê ye
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Balyoza Amerîkayê li Iraqê Alina Romanowski got: Herêma Kurdistanê nimûneya demokrasiyê ye û avakirina konsulxaneya mezin li Hewlêrê, nîşana pabendbûna Amerîka bi pêwendiyên xwe ligel Herêma Kurdistanê ye, ji ber ku pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê ne yek alî, du alî ne.”

Romanowski îro Sêşema 29ê Cotmehê di civîna Enstîtuya Mary de got, “Herêma Kurdistanê jêdereke girîng a bazirganî û veberhênana Amerîkayê li seranserê Iraqê û mînakeke demokrasiyê ye ku dikare li Iraqê were pêşxistin. Rêjeya beşdariya di hilbijartinên 20ê Mijdarê de, ev yek îspat kir, lewma pêwendiyên Amerîka û Herêma Kurdistanê ne yekalî, du alî ne.”

Romanowski diyar kir: “Hêzên ewlehiyê yên Iraqê, di nav wan de jî hêzên Kurdistanî, di şerê DAIŞê de pêşkeftinên baş bidest xistine, ew jî karek bû ku berî 10 salan hêzên Amerîkî ji bo wê hatibûn bangkirin.”

Herwiha got: “Em dixwazin hemû hêzên Iraqî di bin kontrola Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar de bin. Iraq di aramiya navçeyê de roleke mezin dilîze. Em dixwazin aram û serbixwe be.”

 




Nûçeyên din

Daxuyaniya Baregeha Barzanî ya ji bo raya giştî

SATURDAY, 12 JULY 2025 22:07:29

Hewlêr-KDP.info: Barageha Barzanî derbarê pirsgirêka mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê de ragihand, aliyên siyasî û hikûmeta federal a Iraqê soza çareserkirina vê kêşeyê di çend rojên pêş de dane.

Nêçîrvan Barzanî pesnê hengavên pêvajoya aştiyê kir

FRIDAY, 11 JULY 2025 21:07:04

Hewlêr-KDP.info: îro în 11.07.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya şanda Serokayetiya DEM Partî û hejmarek ji siyasetmedarên Kurd kir ku îro beşdariya rêwresma çekdanîna grûpeke PKK da kiribûn.

Serok Barzanî pêşwaziya hejmarek kesayetiyên siyasî û şanda bilinda DEM Partî kir

FRIDAY, 11 JULY 2025 19:07:22

Hewlêr-KDP.info: Roja înê 11 ê temmûza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya hejmarek kesayetiyên siyasî û şanda bilinda DEM Partiyê kir ku ji: Birêz Ehmed Turk û birêz Leyla Zana û birêz Sirri Sakik û birêz Tuncer Bakirhan Hevserokê DEM Partî û birêz Çigdem Kılıçgun Uçar Hevseroka Herêmên Demokrat û birêz Meral Daniş Beştaş Parlementerê DEM Partî û birêz Berdan Ozturk Berpirsê Peywendiyên Derveyê DEM Partiyê pêkhatibûn.

Nêçîrvan Barzanî tekezî li serxistina proseya aştiyê dike

FRIDAY, 11 JULY 2025 16:07:49

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li pêngava Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya ji bo çekdanînê kir û ew wekî "pêngaveke girîng û dilxweşker" bi nav kir.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir

THURSDAY, 10 JULY 2025 00:07:00

Hewlêr-KDP.info: Roja çarşema 09 ê temmuza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Qasim Erecî Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact