Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 20 JAN 2026 09:52 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Bangeşe çawa derbas bû, dengdan dê çawa be?
| KDP.info


Dr. Salar Osman

Dema ku behsa hilbijartinan tê kirin, divê em sê tiştan bînin bîra xwe.

Ya yekem axaftina dîrokî ya Serok Barzanî ye ku di 22.03.1991ê de li bajarê Koye yê Başûrê Kurdistanê pêşkêş kir, ku min li gelek cihan navê wê gotarê kiriye: “Yekemîn manîfestoya siyasî li ser hilbijartinên Herêma Kurdistanê”, ku kevirê bingehîn ê pirosesa demokrasiyê li Herêma Kurdistanê, Hilijartinên Parlamentoya Kurdistanê û Hikûmeta Kurdistanê hatin danîn û êdî rêveberiya rewa ya Herêma Kurdistanê hat avakirin.

Mijara duyemîn jî dilsoziya kurên vî gelî ye, ku tim bi coş tevlî bangeşeyê dibin, dengê xwe didin, rewatiyê didin desthilatdariyê, ku piraniya wan eşkere dengên xwe didin PDKê. Erê, ji hilbijartina yekem a (19-5-1992) heta niha (20-10-2024) dengên herî zêde ji bo PDKê ne, û ev hilbijartina rast dê berdewam jî be, çima? Ji ber ku gelê Kurd dizane kîjan partî girêdayî jiyan û rêveberiyê ye, kîjan partî siyaseteke ne zindî dike û bi xwe re bêhêvî, reşbînî û nefretê diafirînin. Xelkê Kurdistanê rastî li ber çavên wan in, lewra hertim wêneyekî rast hildibijêrin, ku ew jî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ye.

Beşa sêyem jî dîroka têkoşîna gelê Kurdistanê ye, ku ew bingeh e ku divê em tim û tim bi serbilindî lê binerin û hêz, karîn, tevger û jiyanê jê bistînin. Piraniya vê jî ji ber Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û rêbaza Barzanî ye.

Ev her sê tişt wek sê şewq, zelalî, dadmendî û ronahiyê diyar in, ji ber vê yekê divê em hemû di bin siya van hersê çirayan de hizir bikin, dûr ji hest û serûbiniyên demkî, nêzî aqil û lojîkê, gavan ji bo afirandineke nû bavêjin. Afrandina serkeftineke din e bo PDKê ku gelê Kurd û doza wî ya rewa li ser rêya rast bihêle, ne tenê li ser wê riyê dihêle, lêbelê ber bi pêş dibe û berhemdartir dike.

Bangeşe çawa derbas bû?
Ji 9/25 heta 15/10/2024,
Ew 20 roj gelekî girîng bûn, em dikarin jê re bibêjin: (20 rojên performans û nirxandinê), ku tê de peyam, bername, slogan, dirûşim, reftar, axaftin, şahî, rêklamên medyayî, karên hunerî û çandî, heta dîzayn, sehn û deng û reng, hebûn. Hemû ew tişt gerek yek deyne ser terazûyê, ku kîjan sivik û kîjan giran bûn, kîjan jiyan û kîjan bêjiyan bûn, kîjan bihêvî û kîjan bêhêvî bûn. Kîjan hêja ye rêvebirina welat bike û kîjan berûvajî ye û her bi nefretên xwe ve mijûl in, wekî ku eşkere ye nefret wêranker e.

Bê guman wêneyê rast û dirust PDK ye, partiya ku giran, jiyanparêz û welatparêz, hêvî û pêşeroj, aramî û avakirin, yekîtî û berxwedanê hildigire. Ew bi dengekî bilind dibêje: “Min berpirsiyariya we rakiriye û tişta ku min ji we re kiriye, erikê me bûye. Hêza min heye ku ez kêmasiyan rast bikim, ez bi destên xwe yên tije hatime û ez dixwazim ji her kesî re jiyanek hêjatir peyda bikim).

Belê, ev e PDK. Axaftina Serok Barzanî ya di roja yekem a bangeşeyê roja 25ê Îlonê de wiha ye: “Yek herêm, yek parlamento, yek hikûmet, yek hêza Pêşmerge. Bidawîkirina hemû çalakiyên neqanûnî) û bi wê yekê hêviyê diafirîne.

Belê, bangeşeyê wek qadeke mezin ji bo pêşandanên siyasî nîşan da ku PDK hêja ye yek bi şanazî baweriyê pê bike û dengê xwe bidê.

Dengdan dê çawa be?

Ger dîrok beşek ji psîkolojiya biryargirtinê be, ku beşek e,
ger niha beşek ji dîtina wan a wijdanî be, ku beşek e,

ger lixwegirtina berpirsiyariya sibe ya gel beşek be ji hêviyên gel, ku beşek e,
Wê demê bêguman divê Partiya Demokrat a Kurdistanê û lîsteya wê ya serbilind serkeftineke mezin di vê hilbijartinê de tomar bike.

Bi vê hêviyê emê kêliyên dawî yên bangeşeya hilbijartinê bi dawî bikin û biçin ser sindoqan, dengek ji bo Kurdistanê û qewareya wê ya siyasî çarenivîsaz e. Bi wê hêviyê jî, em zanin ku em niha du çi dem û zemînî de dijîn, em fêm dikin, geşedanên nêzîk û guhertin û dijwarî çi ne. Em têdigihin ku ji wexta ku Kurd, Kurdistan, PDK, ezmûna siyasî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê hene, çawa zehmetî û pirsgirêk hene û li hember vê jî îrade heye. Lê tenê gelê Kurdistanê, Serok Barzanî, PDK û dengdêrên dilsoz in ku bi îradeya wan a pola ew zehmetî û kêşe têk diçin û dê bi wê yekê beşdarî afirandina serkeftina nû ya 20.10.2024 bibin.




Nûçeyên din

Peyamek ji Serok Barzanî

SUNDAY, 18 JANUARY 2026 15:01:37
Hawler-KDP.info:Serok Barzanî li ser bûyerên dawî yên li Sûriyeyê peyamek belav kir.
 
Serok Barzanî Mêvandariya Balyoz Tom Barrack, Nûnerê Taybetî yê Serokê Amerika yê Suriyê, Mezlûm Ebdî Fermandeyê Giştî yê Hêzên Suriya Demokrat û Mihemed Îsmaîl Serokê ENKS ê Kir

SATURDAY, 17 JANUARY 2026 19:01:23

Hawler-KDP.info: Roja Şemiyê, 17.01.2026an, li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî mêvandariya civîneke girîng ya di navbera Balyoz Tom Barrack, nûnerê taybetî yê Serokê Amerîkayê ji bo karûbarên Sûriyê, Wendy Green, Konsula Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê,

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li mersûma nû ya Serokatiya Sûriyeyê dike

SATURDAY, 17 JANUARY 2026 19:01:52

Hawler-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li biryarnameya Komarî ya Serokatiya Sûriyeyê ya derbarê naskirina mafên Kurdan de kir û ew wekî "gaveke siyasî û yasayî ya rast" binav kir.

Serok Barzanî Pêşwaziya Nûnerê Serok Trump ji bo Karûbarên Sûriyê û Balyozê Amerîka li Tirkiyê Kir

SATURDAY, 17 JANUARY 2026 17:01:40

Hawler-KDP.info: Roja Şemiyê, 17.01.2026an, li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Tom Barrack, nûnerê Serok Trump ji bo karûbarên Sûriyê, û Balyozê Amerîka li Tirkiyê û şanda pê re kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Destxweşiyê li Amedsporê Kir

THURSDAY, 15 JANUARY 2026 18:01:44

Hawler-KDP.info: Berî nîvroya îro, Pêncşema 15/01/2026, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li heyeta rêveberiya Komeleya Amedsporê kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact