Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 16 MAY 2025 23:30 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Rûsya rewşa Rojhilata Navîn gotûbêj kirin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Îro Sêşema 01.10.2024ê, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê di civînekê de ligel Elbrus Kutrashev Balyozê Rûsya li Iraqê li ser peywendiyên Rûsyayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, têkiliyên Hewlêr û Bexdayê û li ser hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê danustandina bîr û ramanan kirin.
Herdu alî tekezî li ser girîngiya hilbijartinan ji bo Herêma Kurdistanê kirin û hêviya kampanyayeke aram û serkeftî ji bo proseya dengdanê û herwiha pêşbînî û nêrînên xwe li ser encamên hilbijartinan û proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê anîn ziman.
Pêşhatên dawî yên şerê Ukraynayê û rewşa Rojhilata Navîn û encamên wê, mijareke dinê vê hevdîtinê bû ku Konsulê Giştî yê Rûsyayê li Herêma Kurdistanê jî tê da amade bû. 




Nûçeyên din

‏Bi beşdariya Serok Barzanî kongreya yekgirtina Yekîtiya Qutabiyan û Lawan birêveçû

THURSDAY, 15 MAY 2025 21:05:23

Hewlêr-KDP.info: Roja pênçşema 15ê Gulana 2025 bi beşdariya Serok Mesûd Barzanî kongreya yekgirtina her du rêxistinên Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê û Yekîtiya Lawên Demokratên Kurdistanê li Hewlêrê birêveçû. Li destpêka kongreyê da Serok Barzanî gotarek pêşkêş kir.

Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li mamosteyên Kurdistanê dike

THURSDAY, 15 MAY 2025 12:05:11

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku ji bo jiyaneke baş ji mamosteyan re peyda bibe çi ji destê wan bê dê bikin.

 
‏Serok Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê Filistînê li Hewlêrê kir

TUESDAY, 13 MAY 2025 19:05:21

Hewlêr-KDP.info: Roja sêşema 13ê Gulana 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyoz Mahir Elkerkî Konsulê Giştî yê nû yê Filistînê li Hewlêrê kir.

Serok Barzanî: Em bi hemî rengan piştevaniya serkeftina piroseya aştiyê li Tirkiyeyê dikin

MONDAY, 12 MAY 2025 17:05:28

Hewlêr-KDP.info: Serok Barzanî di peyamekê de radigehîne, “Cihê dilxweşiyê ye ku di piroseya çareseriya aştiyane de li Tirkiyeyê, hemî aliyan helwestên baş hebûn.

Peyama Nêçîrvan Barzanî li dor kongre û xwehelweşandina PKKê

MONDAY, 12 MAY 2025 12:05:32

Hewlêr-KDP.info:Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser biryara  çekdanîna PKKyê got, "Em piştgiriyê didin biriyara xwefesixkirin û danîna çekan a PKKyê û dê rûpeleke nû li herêmê veke.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact