Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî di salvegera referandûmê de du perçeyên helbestan parve kirine, di yek ji wan de amajeyê dide nirxê azadiyê û di ya din de jî behsa serwerî û rûmetê dike.
Serok Mesûd Barzanî îro Çarşema 25.09.2024 di salvegera heftê ya referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê de li ser tora civakî ya Xê du perçeyên helbestên her du helbestvanên navdar ên Ereb Mutenebî û Mîxayîl Neîme parve kirin.
Serok Barzanî di peyama xwe de ragehand: ‘’Eger ji bo serwerî û rûmetê tu tekoşînê bikî, ji wê armancê kêmtir razî nebe. Azadî nirxê herî bilind ê jiyanê ye, ji ber wê jî nirxê wê gelek giran e.’’