Hewlêr-KDP.info- Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku wan bi Bexdayê re li ser çend mijaran lihev kirin, di nav de jî pirsa bûdce.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî ji malpera fermî ya PDKê re ragihand, herdu encûmenên wezararî yên aborî yên Kurdistan û Iraqê li ser mijara mûçeyan lihev kirin, ku Hikûmeta Federal her meh mûçeyê fermanberên Kurdistanê bişîne, û ji aliyê xwe ve Hikûmeta Kurdistanê pirsgirêkên teknîkî çareser bike.