Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SUN, 12 JUL 2026 09:40 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzanî: Em daxwaz ji hikûmeta Iraqê dikin ku malbatên şehîdên destê rejîma berê qerebû bike
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Îro Dûşema 06.05.2024 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Komîteya Şehîdan, Qurbaniyan û Girtiyên Siyasî ya Parlamentoya Iraqê kir.

Di hevdîtinê de, gufûgo li ser pêşxistina hevkarî û hevahengiya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de, ji bo zêdetir xizmetkirina malbatên şehîdan, enfalkiriyan û qurbaniyên rejîma berê ya Iraqê hate kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez kir ku gelê Kurdistanê gelek qurbanî dane û rastî êrîşên herî hovane yên Enfal, êrîşên kîmyayî, jenosîd û wêrankirinê hatine û em daxwaz ji hikûmeta federal dikin ku rêzê li qurbaniyên gelê Kurdistanê û hemû qurbaniyên rejîma berê ya Iraqê bigire û bi awayekî şayiste malbatên şehîdan û qurbaniyên rêjîma berê qerebû bike.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li ser wê yekê kir, her çi ji me bê, emê ji bo xizmeta malbatên şehîdan û qurbaniyên Enfalê bikin û xemsariyê nakin.

Serok û endamên Komîteya Şehîdan, Qurbaniyan û Girtiyên Siyasî yên Meclîsa Nûneran kurteyek li ser kar, proje û armanca serdana xwe pêşkêş kirin û amaje bi wê kirin ku armanca wan xurtkirina hevahengiyê ye ligel Wezareta Şehîdan û Karûbarên Qurbaniyên Enfalê, ji bo sererastkirina çend yasayan ji bo xizmetkirin û qerebûkirina malbatên şehîdan, girtiyên siyasî û qurbaniyên rêjîma berê ya Iraqê.

 




Nûçeyên din

Serokê Herêma Kurdistanê bilindtirîn madalyaya Îtalyayê werdigire

THURSDAY, 09 JULY 2026 10:07:52

Hewlêr-KDP.info : Êvara îro Çarşemê 08/07/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di merasîmekê de li Hewlêrê, madalyaya rêzlênanê ya Serokkomarê Îtalyayê pê hate bexşîn. Ev madalya "Stêrka Îtalyayê" ya di pileya "Sûwarê Xaçê Mezin" de ye û yekem car e li ser asta Iraq û Herêma Kurdistanê tê bexşîn.

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li Patriyarkê Dêra Kildanî li Iraqê û cîhanê dike

TUESDAY, 07 JULY 2026 16:07:25

Hewlêr-KDP.info : Piştî nîvroya îro Sêşemê 07.07.2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li cenabê Mar Pawlosê Sêyem Nona, Patriyarkê Dêra Kildanî li Iraqê û cîhanê kir.

Serokê Herêma Kurdistanê beşdariya merasîma malavayîkirina Rêberê Berê yê Îranê kir

FRIDAY, 03 JULY 2026 20:07:00

Hewlêr-KDP.info : îro Înê 03.07.2026an, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, tevî hejmareke berçav ji serkirde û berpirsên pilebilind ên welatên herêmê û cîhanê, li Tehranê beşdariya merasîma fermî ya malavayîkirina Rêberê Bilind ê Berê yê Komara Îslamî ya Îranê kir.

Serokê Herêma Kurdistanê ligel Serokê Encûmena Şûra ya Îranê civiya

FRIDAY, 03 JULY 2026 14:07:00

Hewlêr-KDP.info : Her di çarçoveya bernameya serdana xwe ya Tehranê de, nîvroya îro Înê 03.07.2026an, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, ligel birêz Mihemed Baqir Qalîbaf, Serokê Encûmena Şûra ya Îslamî ya Îranê civiya.

Serokê Herêma Kurdistanê ligel Serok Pizişkiyan civiya

FRIDAY, 03 JULY 2026 14:07:00

Hewlêr-KDP.info : îro Înê 03.07.2026an, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê li Tehranê, ji aliyê birêz Mesûd Pizişkiyan, Serokkomarê Komara Îslamî ya Îranê ve hat pêşwazî kirin.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact