Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 30 MAR 2023 05:40 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê di nav civaka navdewletî de xwedî cihekî taybet e
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Mûnchenê di konferanseke rojnamevanî de ragihand, “Beşdarbûna me li Mûnchen an jî Davosê, derfetek e bo Herêma Kurdistanê bikare nêrînê xwe bêyî pir protokolan bigihîne hevkarên xwe li seranserê cîhanê.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku babeta sereke ya hemû civînên wî li Munchenê, pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de bûn, ku civaka navdewletî bi giştî dixwaze alîkariya wan bo çareserkirina pirsgirêkan bike.

Serokê Herêma Kurdistanê got, mijara şerê di navbera Ukrayna û Rûsyayê de jî mijareke din a civînan bû. Di vê çarçoveyê de jî mijara enerjiyê, mijarek e û welatên rojavayî girîngiyê didinê.

Nêçîrvan Barzanî got: “Bê guman Iraq û Herêma Kurdistanê di mijara enerjiyê de dikarin alîkar bin, eger xwedî nêrîneke durist û rêkûpêk bin.”

Serokê Herêma Kurdistanê rafihand jî, Herêma Kurdistanê di nav civaka navdewletî de, cihekî wê yê taybet heye.

Derbarê metirsiya çekdarên DAIŞê de jî, Nêçîrvan Barzanî got: “Civaka navdewletî heta niha mijara terorê û metirsiya DAIŞê, wek pirseke cidî dibîne.”

Nêçîrvan Barzanî di konfiransa rojnamevanî de ragihand, DAIŞ hê jî dikare aramiya Iraqê têk bide.

Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir, hemû şandên ku li Mûnchenê bi wan re hevdîtin pêk anîne, ew ji bo yekrêziya Kurdan han dane û got, divê Kurd pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser bikin.

Nêçîrvan Barzanî ragihand jî, YNK û PDK dê di demek nêzîk de li hev bicivin û pirsgirêk ew qas ne mezin in ku li ser Herêma Kurdistanê bibin metirsî.

Serokê Herêma Kurdistanê got jî: “Eger hemû hêz û aliyên Kurdistanê ne bi hev re bin, em nikarin tiştekî ji bo Herêma Kurdistanê bikin.”




Nûçeyên din

Serokwezîr Mesrûr Barzanî nameyek ji Wezîra Derve ya Almanyayê wergirt

TUESDAY, 28 MARCH 2023 22:03:48

Hewlêr-KDP.info- Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Bearbock nameyek ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re şand û amaje bi serdana xwe ya dawî ya Herêma Kurdistanê da.

 
Nêçîrvan Barzanî nameyek ji Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê wergirt

THURSDAY, 23 MARCH 2023 13:03:28

Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê nameyek ji birêz Lloyd Austin Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê wergirt ku têda ji bo wê pêşwaziya germa di dema serdana wî ya 7 vê mehê ya bo Hewlêrê lê hatiye kirin, spasiya Serok Nêçîrvan Barzanî kir.

 
Baregeha Barzanî: Em bi tundî wê tawana hovane ya ku li Efrînê çêbûye şermezar dikin

TUESDAY, 21 MARCH 2023 23:03:01

Hewlêr-KDP.info- Baregeha Barzanî di daxuyaniyekê de bi tundî komkujiya 4 welatiyên Kurd li bajarokê Cindirêsê yê li herêma Efrînê şermezar kir.

 
Serokatiya Herêma Kurdistanê tawana li Efrînê şermezar kir

TUESDAY, 21 MARCH 2023 23:03:29

Hewlêr-KDP.info- Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaiyekê de tawana Cindirêsa Rojavayê Kurdistanê şermezar dike.

 
Mesrûr Barzanî: Em şehîdkirina Kurdên Efrînê bi awayekî herî tund şermezar dikin

TUESDAY, 21 MARCH 2023 23:03:56

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê êrîşa ser Kurdan li Efrînê got, "Em şehîdkirina welatiyên li Cindrêsê bi awayekî herî tund şermezar dikin."

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact