Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 25 APR 2024 03:01 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzanî: Pêşxistina sektora çandiniyê dahat zêde dike û dibe alîkar bo sektorên din jî
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi gotarekî vidyoyî ve hin zanyariyên giring derbarê sektora çandinî û piralî kirina dahata Herêma Kurdistanê kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di vîdyoyekê de derbarê giringîpêdana bi berhemenên cotkatan û hinardekirina wan bo bazarên derve de ragihand, Hikûmeta Herêma Kurdistanê girîngiyê dide berhemên cotkaran û hinardekirina wan bo dervey welat û got: “Ez gelek xemgîn bûm dema dît ku cotkar nikarin berhemên xwe bifroşin. Em zû pê hesiyan ku Xwedê gelek dewlemendî daye, lê mixabin baş sûde jê nehatiye wergirtin. Ew jî mijara çandiniyê ye. Ji ber vê yekê min ji destpêkê ve tekez kir ku divê em di warê çandiniyê de veberhênan bikin û alîkariya cotkarên xwe bikin, da ku ew vê samana niştimanî bigihînin astekê ku ji bo avakirina welat û zêdekirina dahatê bibe Bereket, ji ber vê yekê me hewl da ku em cotkaran razî bikin, divê hikûmeta Herêma Kurdistanê siyasetekê bi rê ve bibe ku berhemên cotyaran ne tenê li ser asta navxwe bê wergirtin, lê ji bo derve jî bişîne. Ji bo zêdekirina berhemanîna çandiniyê li Herêma Kurdistanê, jêrxaneke aborî ya bihêztir dirust bike.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Eger mirov li dîrokê binere, çandinî li vê herêmê derketiye holê, lê di dîroka nêzîk a Herêma Kurdistanê de, gelek sedem hene ku nehiştine çandinî li vir bi pêş bikeve. Berê mijara wêrankirina gundan, avakirina kampan, siyaseteke navendî hebû ku gelê Kurd ji axa xwe bê dûrxistin, nebin xwedî biryara xwe û her tim li destên dewleteke dagirker binêre. Ji wê demê ve heta niha ti siyaseteke din ji bo bilezkirina vejandina aboriya çandiniyê li Herêma Kurdistanê nehatiye meşandin, vê yekê jî ziyaneke mezin li sektora çandiniyê da, piştre jî siyasetek din jî li hember vê yekê nehat meşandin ta ku aboriya Herêma Kurdistanê bilez bê pêşxistin. Di vê kabîneyê de em pê hesiyan ku Xwedê samaneke bêdawî daye gelê me, divê em ji destpêkê ve alîkarî û piştgiriya cotkarên xwe bikin, ji bo zêdetir pêşdebirina çandiniyê, divê berhemên wan ên çandiniyê ne ji wan re bibin dahat, lê belê alîkariyeke sereke be ji bo hikûmetê û ji bo zêdekirina dahatê li seranserê Kurdistanê.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tekez kir, siyaseta Kabîneya Nehemîn, cudakirina dahatan e û dibêje: “Siyaseta me pirrengkirina dahatê ye ku yek ji wan çandinî ye, her wiha sektorên din ên wekî geştûguzar û pîşesaziyê jî hene, lê çandinî ji bo her welatekî bingehê aboriyeke bihêz e. Ji me re axeke bi xêr û bereket heye ku bi rêk û pêk sûde jê nehatiye girtin. Eger sektora çandiniyê pêş bikeve, helbet dê bibe alîkar ku sektorên din jî wek sektora pîşesaziyê pêş bikeve , Weke mînak eger sektora çandiniyê pêş bikeve dikare pêş bikeve, çandinî bi xwe dê gelek karên din çêbike.”




Nûçeyên din

Mîrê Êzîdiyan: Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan

TUESDAY, 23 APRIL 2024 23:04:36

Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.

Mustafa Ozçelîk: Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt bike

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:26

Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.

 
Serkirdeyekî AKPê: Serdana Erdogan bo Herêma Kurdistanê giring bû

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:30

Tirkiye-KDP.info – Serkirdeyekî AKPê ragihand, ev demeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan dixwest serdana Iraqê bike û vê serdana Erdogan ya bo Herêma Kurdistanê girîng dibîne.

 
Serok Barzanî: Me ji bo berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê danûstandin kirin

TUESDAY, 23 APRIL 2024 00:04:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

 
Erdogan û cîhan Serok Barzanî wek lêveger bo Kurdan dibînin û serdana wî dikin

MONDAY, 22 APRIL 2024 23:04:28

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Berpirsê Berê yê Peywendiyên Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Berpirsê berê yê YNKê li Tehranê Mihemed Refeat behsa giringiya serdana serokomarê Tirkiyê bo Hewlêrê dike û dibêje: “Birêz Mesûd Barzanî xwedî roleke giring e li navçeyê lewma Erdogan tê wî dibîne.”



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact