Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
MON, 25 SEP 2023 15:24 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

UNAMI: Divê êrîşên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê bên rawestandin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Nûnertiya Netewên Yekgirtî li Iraqê (UNAMI) di daxuyaniyekê de ragihand, divê demildest êrîşên Îranê yên li ser çend deverên Herêma Kurdistanê bên rawestandin.

Roja Çarşemê 28ê Îlona 2022, UNAMI li ser hesabê xwe yê Twitterê li ser êrişên îro yên Îranê bo ser binke û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û dibêje “Dê encamên wêranker ên dîplomasiya mûşekbaranê hebin.”

UNAMI di berdewamiya peyama xwe de dibêje “Li Iraq û Herêma Kurdistanê jî di nav de, em nêrînên ku wek “hewşa piştê” nêzîkatî were kirin û bi awayekî rûtîn û serweriya cîranan binpê dikin, red dikin. Dîplomasiya mûşekan karekî bêsûd e û encamên wê wêranker hene. Divê demildest ev êrîş bên rawestandin.”

 




Nûçeyên din

Mahma Xelîl: Me pêşniyar kiriye ku Şengal bibe parêzgeh

SUNDAY, 24 SEPTEMBER 2023 22:09:44

Hewlêr-KDP.info- Bi hewl û xebata parlameterên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) çend projeyê xizmetkirinê ji bo devera Şingalê bidest hatine û Parlamenterê PDKê Mehma Xelîl jî dibêje, me pêşniyar kiriye ku Şingal bibe parêzgeh û were girêdan bi Herêma Kurdistanê ve.

 
Serok Barzanî: Mamostayên ola Îslamê roleke mezin hebûn di bihêzkirina welatperweriyê de

THURSDAY, 21 SEPTEMBER 2023 18:09:56

Hewlêr-KDP.info- Bi helkefta derbasbûna pêncih û sê sal li ser damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamiya Kurdistanê, peyameke pîrozbahiyê arastetî ofîsa cîbicîkar û Encûmena Navendî ya Yekîtiya Zanayan û hemû mamosteyên ola pîroz a Îslamê yên li Kurdistanê dike.

 
Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan kir

THURSDAY, 21 SEPTEMBER 2023 18:09:46

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê civiya û beha rûbirûbûna teror û metirsiyên DAIŞê û proseya çaksaziyê ya li Wezareta Pêşmerge kir.

 
Mesrûr Barzanî bo Wezareta Darayî: Dema pere ji Bexdayê bigihên, dest bi dabeşkirina mûçeyan bikin

WEDNESDAY, 20 SEPTEMBER 2023 18:09:25

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Wezareta Darayî û Aborî raspart ku ligel gihiştina 700 milyar dînar ji aliyê hikûmeta federal ve, rasterast bêyî paşketin dest bi dabeşkirina mûçeyên meha Tîrmehê were kirin. Herwiha daxwaz dike ku rêz li serweriya asayîş û seqamgîriya Herêma Kurdistanê û Iraqê were girtin.

 
Serokê Partiya Sosyalîst Bayram Bozyel: Serok Barzanî daxwaza yektiya Kurdên Bakur kir

MONDAY, 18 SEPTEMBER 2023 21:09:16

Hewlêr-KDP.info- Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel dibêje, dema em ligel Serok Mesûd Barzanî civiyan, Serok Barzanî got ku ew piştevaniya yekîtiya gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê dike.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact