Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 25 APR 2024 19:57 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Aloziya di navbera PKK û hêzên Iraqê de metirsî li ser Şingalê çêkiriye
| KDP.info


Şingal-KDP.info- Ev 3 roj in ku hêzeke mezin ji Iraqê li Şingalê bicîh bûye û di rewşa amadehiyê de ye û fermanarekî Pêşmergeyên Şingalê jî dibêje, alozî di navbera PKK û hêzên Iraqê de çêbûye û metirsî li ser Şingalê heye.

Fermandarê Pêşmergeyên Şingalê Qasim Şeşo ji malpera KDP.info re ragihand: “Ev çend roj in ku li sînorê Şingalê alozî derketiye û sebeba wê aloziyê jî ew e ku PKK dixwaze rêveberiya Şingalê bixe destê xwe û hertişt di destê wan de be. Vê yekê jî alozî di navbera wan û Hikûmeta Iraqê de çêkiriye û Hikûmeta Iraqê hêzeke mezin aniye Şingalê.”

Qasim Şeşo wiha got: “Ew hêzên ku li Şingalê bicîh bûne, hêzên nû yên Iraqê ne û jibilî navenda Şingalê li piraniya nahiye û komelgehên Şingalê bicîh bûne û di rewşa amadehiyê de ne.”

Şeşo wiha domand: “Rewşa Şingalê bi xwe aloz e û PKK bi xwe aloztir kiriye, ku dixwazin kêşe û pirsgirêkan bikşînin nava Şingalê. Eger rewş çareser nebe û neyê kontrolkirin, bêguman dê bighê asta pevçûnê di navbera wan hêzên ser bi PKKê û hêzên Iraqê de û ev yek metirsiyê li ser Şingalê çêdike.”

 




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgerê berê yê Musenna kir

THURSDAY, 25 APRIL 2024 15:04:14

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazîli Parêzgerê berê yê Musennayê kir.

 
Mîrê Êzîdiyan: Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan

TUESDAY, 23 APRIL 2024 23:04:36

Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.

Mustafa Ozçelîk: Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt bike

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:26

Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.

 
Serkirdeyekî AKPê: Serdana Erdogan bo Herêma Kurdistanê giring bû

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:30

Tirkiye-KDP.info – Serkirdeyekî AKPê ragihand, ev demeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan dixwest serdana Iraqê bike û vê serdana Erdogan ya bo Herêma Kurdistanê girîng dibîne.

 
Serok Barzanî: Me ji bo berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê danûstandin kirin

TUESDAY, 23 APRIL 2024 00:04:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact