Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi wezîrê derve yê Behrênê re hevdîtin kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro di kevana Korbenda Diyalogê ya Mename û çarçoveya bernameya hevdîtinên xwe de, bi wezîrê derve yê Behrênê Ebduletîf El Zeyanî re civiya.
Di civînê de behsa rewşa giştî ya Iraqê û pêşxistina pêwendiyên Behrên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re hat axaftin.
Di hevdîtina han de behsa guhertinên dawî yên li navçeyê û girîngiya xurtkirina alîkarî û hemahengiyê di warên hevbeş de jî hat kirin.