Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 23 APR 2024 23:14 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

PKK li Şingalê bûye caş ji Heşda Şeibî re
| KDP.info


Şingal-KDP.info- Îro çekdarên ser bi PKKê ve riya Sinunê û Şerfedîn li pêşiya endam û alîgirên PDKê girtin û nehiştin endamên PDKê biçin kampanya hilbijartinan li Şingalê bikin. Berpirsê PDKê li Şingalê jî dibêje, emê van rojan vegerin Şingalê û emê rewşa Şingalê baş bikin û dest bi avedankirinê bikin.

Aştî Koçer Berpirsê Şaxa PDKê li Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “RêgiriyaPKK li kampaniya PDKê li Şingalê ji ber wê yekê ye ku PDK partiya rastî ya Kurdistanê ye û PDK xwedî lêveger û serkirdayetî ye. PKK ev çend sal in ku rêgir e li devera Şingalê. Li gorî yasayê ji mafê berbijêrên me ye ku bangeşeyê bikin li her cihekî. Duhî yên ku 16ê Cotmehê xiyanet kirin hatibûn Şingalê û PKK rêgirî li wan nekir.”

Koçer wiha got: “Di rojên bê de PDK dê bi serbilindî vegere Şingalê û emê rewşa Şingalê baş bikin û emê dest bi avakirina wê bikin.”

Aştî Koçer wiha domand: “Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Kurdistanê derbarê Şingalê lihev kirine ji bo normalkirina rewşa Şingalê, lê mixabin PKK û Heşda Şeibî nahêlin ew lihevkirin bicîh were û rewşa Şingalê baş bibe. Îro jî hevahengî hebû di navbera Herêma Kurdistanê û Bexda de ji bo bangeşeya PDK li Şerfedîn, lê PKK bûye caş ji Heşda Şeibî re û em naxwazin xwîn birje.”

 




Nûçeyên din

Mîrê Êzîdiyan: Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan

TUESDAY, 23 APRIL 2024 23:04:36

Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.

Mustafa Ozçelîk: Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt bike

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:26

Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.

 
Serkirdeyekî AKPê: Serdana Erdogan bo Herêma Kurdistanê giring bû

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:30

Tirkiye-KDP.info – Serkirdeyekî AKPê ragihand, ev demeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan dixwest serdana Iraqê bike û vê serdana Erdogan ya bo Herêma Kurdistanê girîng dibîne.

 
Serok Barzanî: Me ji bo berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê danûstandin kirin

TUESDAY, 23 APRIL 2024 00:04:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

 
Erdogan û cîhan Serok Barzanî wek lêveger bo Kurdan dibînin û serdana wî dikin

MONDAY, 22 APRIL 2024 23:04:28

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Berpirsê Berê yê Peywendiyên Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Berpirsê berê yê YNKê li Tehranê Mihemed Refeat behsa giringiya serdana serokomarê Tirkiyê bo Hewlêrê dike û dibêje: “Birêz Mesûd Barzanî xwedî roleke giring e li navçeyê lewma Erdogan tê wî dibîne.”



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact