Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 19 APR 2024 12:35 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzanî û fermandarê Hevpeymaniya Navdewletî guhertinên Sûriyê gotûbêj kirin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Pêncşema 16ê Îlona 2021ê pêşwazî li Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Iraq û Sûriyê General Richard Bell kir.

Di hevdîtinê de pêşveçûnên herî dawî yên şerê terorê, pêşhat û guhertinên rewşa Iraq û Sûriyê hatin gotûbêjkirin.

General Richard Bell hevxwemiya xwe ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî re ragihand ji ber ku du Pêşmerge duh li geliyê Neqeba yê nahiya Nehlê ya ser bi navçeya Akrê di teqîna bombeyên vedayî yên PKKê de şehîd bûn. Herwiha piştevaniya Hevpeymanan ji bo Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge cardin anî ziman ji aliyê têkoşîna terorê ve, bi taybetî li deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya hevkarî û piştgiriya hêzên Hevpeymanan kir û tekezî li ser girîngiya aktîvkirina navendên hemahengiyê yên ewlehiyê di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de kir, ji bo seqamgîrbûna rewşa Iraqê û têkoşîna li dijî gefên terorê.


 




Nûçeyên din

Ofîsa Pêwendiyên Derve ya PDKê pêşwazî li şandeke Komeleya Dostaniya Kurd û Alman kir

THURSDAY, 18 APRIL 2024 19:04:01

Hewlêr-KDP.info- Şandeke Komeleya Dostaniya Kurd-Alman serdana Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kir û ji aliyê Hoşyar Sîweylî Berpirsê Ofîsê û hejmarek ji xebatkarên ofîsê ve hat pêşwazîkirin.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Bazna Hilbijartinan û endamekî Civata Komisyona Hilbijartinan a Iraqê kir

THURSDAY, 18 APRIL 2024 19:04:39

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî tevî Serokê Bazina Hilbijartinan a Komisyonê û endamekî Civata Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê dicive, herdu alî di çarçoveya civîna xwe de danûstandinan li ser hilbijartinên Perlamana Kurdistanê dikin.

 
Nêçîrvan Barzanî: Parlamentoya Kurdistanê ezmûneke gelekî girîng e li navçeyê, divê em vê ezmûnê biparêzin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:57

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro roja çarşemê 17.04.2024ê li Silêmaniyê beşdarî merasima vekirina 8emîn Dîdara Silêmaniyê bû ku ji aliyê Zanîngeha Amerîkî ya Iraqê ve hatibû amadekirin.

 
Şahê Urdinê pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:29

Hewlêr-KDP.info- Şahê Şahnişîna Haşimî ya Urdinê bi rêya nameyekê cejna Remezanê li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîroz kir.

 
Bi amadebûna Serokê Barzanî 16emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê hat vekirin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 17:04:22

Hewlêr-KDP.info- Bi amadebûna Serok Barzanî Pêşangeha Pirtûkan a Navnetewî ya Hewlêrê hat vekirin.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact