Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 25 APR 2024 22:22 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serok Barzanî pêşwaziya şanda Encûmena Lawên Kurdistanê kir
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Îro Sêşema 27.07.2021 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şanda Encûmena Lawên Kurdistanê kir ku ji Serokê Encûmen û nûnerên 11 rêxistinên cemaweriyên lawên alî û pêkhatan û her wiha nûnerên rêxistinên nehikûmî yên warê karubarê lawan pêk hatibû.

Di hevdîtinê de şanda mîhvan bi kurtî di derbarê kar û çalakiyên xwe û her wiha plan û bernameya Encûmena Lawên Kurdistanê ya li ser pirsa bêkariya lawan û metirsiya maddeyên hişbir û her wiha bihêzkirina bîr û hizra neteweyî û rêxistina karubarên lawan ew jî li nav çarçêweyeke hevbeş de ji bo Serok Barzanî xistin rû û daxwaz jî kirin ku Serok Barzanî piştevanê hewl û çalakiyên wan bê.

Her li vê civînê de Serok Barzanî karê hevbeşiya rêxistinên lawan bi hengaveke gelek baş wesif kir û destxweşiyê li wan kir û palpiştiya xwe jî ji bo karên wan ragihand. Li dirêjahiya vê hevdîtinê de Serok Barzanî di derbarê pirsên siyasî û gefên li ber lawan û asoyên paşerojê şîret û rûnkirinên pêwîst ji bo şanda Encûmena Lawên Kurdistanê xisterû.


 




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgerê berê yê Musenna kir

THURSDAY, 25 APRIL 2024 15:04:14

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazîli Parêzgerê berê yê Musennayê kir.

 
Mîrê Êzîdiyan: Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan

TUESDAY, 23 APRIL 2024 23:04:36

Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.

Mustafa Ozçelîk: Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt bike

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:26

Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.

 
Serkirdeyekî AKPê: Serdana Erdogan bo Herêma Kurdistanê giring bû

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:30

Tirkiye-KDP.info – Serkirdeyekî AKPê ragihand, ev demeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan dixwest serdana Iraqê bike û vê serdana Erdogan ya bo Herêma Kurdistanê girîng dibîne.

 
Serok Barzanî: Me ji bo berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê danûstandin kirin

TUESDAY, 23 APRIL 2024 00:04:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact