Hewlêr-KDP.info- Serok Masûd Barzanî ji ber salegera destana derbaskirina Rûbarê Aras peyamek belav kir û got, piştî rûxana Komara Kurdistanê li Mehabadê hemû hewlên dujminan ew bû ku dawiyê bi xebat û têkoşîna gelê sitemlêkiriyê Kurd bînin û îradeya mirovê Kurd bişkînin. Lêbelê di wê destana dîrokî de îradeya gelê me bi ser plana dijminan biser ket û ew yek hat piştrastkirin ku îradeya berxwedan û xwe bidest ve nedan li nav gedeyên gelê Kurd de her dimîne û ew îradeye li hemû hêz û artêş û planekê bihêztir e.
Ev jî tekesta wê peyamê ye:
“Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Îro 74 sal bi ser destana dîrokî ya derbaskirina Barzaniyê Nemir û hevalên wî yên li rûbarê Aras de, derbas dibe.
Di 18ê hezîrana 1947 an de piştî pêncih sê roj şer û derbasbûna ji tixûbên Îran, Iraq û Tirkiyê û rûbirûbûna artêş û çekdarên sê dewletan û valaderxistina gefên dijminan li rêyeke dûr û dirêj û dijwar de Barzaniyê Nemir û hevalên wî karîn ji rûbarê Aras derbas bibin û biçin axa Yekîtiya Sovyetê.
Ew destane xwedî rehendên neteweyî û dîrokî û siyasî û serbazî mezin bû û bandoreke mezin li ser mayina doza rewaya Kurd ya li wê demê û di qonaxên pêşerojê de bicîh hişt.
Piştî rûxana Komara Kurdistanê li Mehabadê hemû hewlên dujminan ew bû ku dawiyê bi xebat û têkoşîna gelê sitemlêkiriyê Kurd bînin û îradeya mirovê Kurd bişkînin. Lêbelê di wê destana dîrokî de îradeya gelê me bi ser plana dijminan biser ket û ew yek hat piştrastkirin ku îradeya berxwedan û xwe bidest ve nedan li nav gedeyên gelê Kurd de her dimîne û ew îradeye li hemû hêz û artêş û planekê bihêztir e. Destana dîrokî ya derbasbûna Barzaniyê Nemir û hevalên wî ji rûbarê Aras redkirina dagîrkerî û bindestiyê bû û hêviya mayîn û xebatê li dilê gelê Kurd de bi zîndî hişt.
Mesûd Barzanî
18.06.2021”