Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 25 APR 2024 22:24 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serok Barzanî..59 sal pêşmergayetî û axaftina wezîrê derve yê Amerîka
| KDP.info


Dr. Hêmin Hewramî

Îro 20ê Gulana 2021, 59 salên berdewam in ku Serok Barzanî Pêşmerge ye. Cenabê Serok Barzanî gelek caran tekez kiriye û gotiye, mezintirîn pile û qedir û şanazî li cem wî, pêşmergayetî ye.

Şerê bergiriya li Kurdistanê li dijî DAIŞê gerim bû, ji serî de cenabê Serok Barzanî wek Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Pêşmerge li meydana şer bû û ji nêzîk ve serperiştiya eniyên şer û operasyonên Hêzên Pêşmerge dikir. Serperiştiya nexşe û pilanên leşkerî û peydakirina pêdviyên eniyên şer dikir. Di Cotmeha 2014an de Serok Barzanî serdana Eniya Rojavayê Diclê kir, ku şandeke Amerîkî daxwaz kiribû Serok Barzanî ji nêzîk ve bibînin.

Roja 16ê Cotmeha 2014an ew şanda Amerîkîhatin û navenda Fermandehiya Duhokê ligel Serok Barzanî civiyan. Şanda Amerîka pêk hatibû ji Tonî Blînkn ku niha Wezîrê Derve yê Amerîka ye, ku wê demê Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Amerîka bû, û herwiha Stîwart Conz Balyozê Amerîka û Brêt Macgork û konsulê Amerîka.

Di wê civînê de, piştî ku Serok Barzanî bixêrhatina şanda mêvan kir, Tonî Blînkn silavên Serokê Amerîka Barak Obama cîgirê wî Co Bayden gihand Serok Barzanî û wiha got: “Cenabê Serok Barzanî gelek mijar hene ku em li ser biaxivin, bi taybetî jî rewşa dawî ya şerê li dijî DAIŞê û mijara avakirina Hikûmeta Iraqê ji aliyê Heyder Ebadî ve û pêdviyên Pêşmerge û rola Sunneyên Iraqê di proseya siyasî ya Iraqê de, lê ez dixwazim ji cenabê te re bêjim, dema ku ez vegerim Amerîka yekem tişt ku ji Obama re bêjim ew e ku Serok Mesûd Barzanî genctir û ciwantir bûye û tendirustiya wî pir baş e û enerjiya wî gelek e û li gorî cara dawî sala 2012 min ew dît, pir çalak bûye. Ti kare sebeba vê yekê ji me re bêje?”

Serok Barzanî di bersivê de bi girnijîn wiha got: “Ji ber ku ez niha vegeriyame ser karê xwe yê eslî ku pêşmergayetî ye. Ev karê min yê pêşmergayetiyê ji hemû kursî û kareke din pîroztir e. Li cem min çeperên Pêşmerge û bergiriya li Kurdistanê ji karê nav ofîsan pîroztir e. Ez şanaziyê pêşmergebûna xwe dikim û ev yek berdewam enerjî û çalakiyê dide min.”

 




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgerê berê yê Musenna kir

THURSDAY, 25 APRIL 2024 15:04:14

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazîli Parêzgerê berê yê Musennayê kir.

 
Mîrê Êzîdiyan: Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan

TUESDAY, 23 APRIL 2024 23:04:36

Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.

Mustafa Ozçelîk: Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt bike

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:26

Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.

 
Serkirdeyekî AKPê: Serdana Erdogan bo Herêma Kurdistanê giring bû

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:30

Tirkiye-KDP.info – Serkirdeyekî AKPê ragihand, ev demeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan dixwest serdana Iraqê bike û vê serdana Erdogan ya bo Herêma Kurdistanê girîng dibîne.

 
Serok Barzanî: Me ji bo berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê danûstandin kirin

TUESDAY, 23 APRIL 2024 00:04:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact