Hewlêr-KDP.info- Li Bexdayê Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û Mihemed Helbûsî Serokê Encumena Nûneran civiyan.
Di kombûnê de guftûgo di derbarê pêşhatên giştî yên rewşa welat û çend pirseke girîng hevbeş kirin û tekez li ser girîngiya berdewamiya guftûgoyên ji bo çareserkirina kêşeyên helawestî li gor destûr û bicîhkirina bendên yasaya budceya federalî kirin ku li vê dawiyê hate pejirandin û bi cureyek mafê welatiyên Iraqê biparêze.
Di civînê de balkişandina li ser girîngiya encamdana hilbijartina pêşwext a di dema wê ya diyarkirî de û çêkirina keşekî baş ji bo encamdana wê kirin bi awayekî ku xelk nûnerên xwe bi îradeyeke azad hilbijêrin û baweriya wan encaman bihêz bike.