Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 19 APR 2024 07:26 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzanî: Helebce li cîhanê bûye nasname û sembola xebat û qurbanîdana gelê Kurdistanê
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya 33yemîn salvegera kîmyabarana Helebceyê peyamek belav kir û ragihand; Helebce li cîhanê bûye nasname û sembola xebat û qurbanîdana gelê Kurdistanê, loma divê her dem bîranîna şehîd û qurbaniyên vê tawanê, zindî bimîne.

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

“Di 33yemîn salvegera kîmyabarana bajarê Helebce û derdora wê de, em bi rêz û rûmet şehîdên vê tawana mezin a rejîma Beesê bi bîr tînin, ku çekên qedexekirî, bi hezaran mirovên bêtawan şehîd kir û bi hezaran jî birîndar kir, ku hinek ji wan heta niha jî ji destê êş û janên wê dinalin.

Helebce li cîhanê bûye nasname û sembola xebat û qurbanîdana gelê Kurdistanê, loma divê her dem bîranîna şehîd û qurbaniyên vê tawanê, zindî bimîne û hewldanên me berdewam bin ji bo ku hikûmeta Iraqê qerebûya malbatên şehîdan û birîndarên vê tawana mezin bike û em bixebitin da ku rê li ber dubarebûna jenosîdkirina gelê Kurdistanê û her gel û netewe û pêkhateyên din li cîhanê were girtin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ku berhema xwîna şehîdan e, her dem xizmetkirina li malbatên serbilind ên şehîdan, weke erkê xwe yê ewil dibîne. di çend rojên derbasbûyî de di çarçoveya projeyên pêşvebirina parêzgehan û projeya wezaretan de, me rizamendî li ser çendîn projeyên xizmetguzarî di warên pir, rê, av, elektrîk, nûjenkirina dibistan û nexweşxaneyên parêzgeha Helebceyê de da. Ez hêvî dikim di siberojê de em karibin xizmeteke şayestetir ji bo Helebce û deverên din ên Herêma Kurdistanê bikin.

Ez bejna xwe ji bo rêzgirtinê li ber şehîdên Helebce û hemû şehîdên Kurdistanê ditewînim û her dem di bîra me de ne.

 

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê”

 




Nûçeyên din

Ofîsa Pêwendiyên Derve ya PDKê pêşwazî li şandeke Komeleya Dostaniya Kurd û Alman kir

THURSDAY, 18 APRIL 2024 19:04:01

Hewlêr-KDP.info- Şandeke Komeleya Dostaniya Kurd-Alman serdana Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kir û ji aliyê Hoşyar Sîweylî Berpirsê Ofîsê û hejmarek ji xebatkarên ofîsê ve hat pêşwazîkirin.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Bazna Hilbijartinan û endamekî Civata Komisyona Hilbijartinan a Iraqê kir

THURSDAY, 18 APRIL 2024 19:04:39

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî tevî Serokê Bazina Hilbijartinan a Komisyonê û endamekî Civata Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê dicive, herdu alî di çarçoveya civîna xwe de danûstandinan li ser hilbijartinên Perlamana Kurdistanê dikin.

 
Nêçîrvan Barzanî: Parlamentoya Kurdistanê ezmûneke gelekî girîng e li navçeyê, divê em vê ezmûnê biparêzin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:57

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro roja çarşemê 17.04.2024ê li Silêmaniyê beşdarî merasima vekirina 8emîn Dîdara Silêmaniyê bû ku ji aliyê Zanîngeha Amerîkî ya Iraqê ve hatibû amadekirin.

 
Şahê Urdinê pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:29

Hewlêr-KDP.info- Şahê Şahnişîna Haşimî ya Urdinê bi rêya nameyekê cejna Remezanê li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîroz kir.

 
Bi amadebûna Serokê Barzanî 16emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê hat vekirin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 17:04:22

Hewlêr-KDP.info- Bi amadebûna Serok Barzanî Pêşangeha Pirtûkan a Navnetewî ya Hewlêrê hat vekirin.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact