Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand, hefteya bê şanda Kurdistanê dê serdana Bexdayê bike û tekez jî kir, “pêwîst e mijara mûçe ji pirsgirêk û aloziyên siyasî bi dûr be.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Çarşema 20.1.2021 li gel konsul, nûner û dîplomatên welatan ên li Herêma Kurdistanê kom bû.
Di civînê de rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê, reformên ku ji aliyê kabîneya 9an ve hatine destpêkirin û têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî hatin gotûbêjkirin.
Di civînê de tekezî li ser wê hatiye kirin, Herêma Kurdistanê berdewam hewl bo vê yekê daye daku xwedî baştirîn têkilî be li gel hikûmeta federalî û tevahiya kêşeyan bi awayeke bingehîn û li ser esasê destûra bingehîn werin çareserkirin. Ji bo vê yekê jî Herêma Kurdistanê tevahiya erk û pêbendiyên xwe yên destûrî cîbicî kiriye daku bigihêjin rêkeftinekê ku li gor berejwendiyên tevahiya welatiyên Iraqê be.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di civînê de tekezî li ser wê kir, pêwîst e mijara mûçe ji kêşe û aloziyên siyasî bi dûr be, nabe ew yek weke kerteke zextê li dijî Herêma Kurdistanê û weke siyaseta birçîkirina mûçexorên Herêma Kurdistanê were bikaranîn.”
Herwiha di civînê de Mesrûr Barzanî behsa karnameya hikûmeta herêmê ya bo hemerengkirina abûrî, zêdekirina çavkaniyên dahatê, kêmkirina xerciyan, sazmandehîkirina bacan û pêşkêşkirina asankariyan bo hêlbirênerên biyanî û navxwe kir û got: “Me tevahiya hewlên xwe bo peydakirina mûçeyan mûçexorên Kurdistanê bitevger kirine.”
Mesrûr Barzanî tekezî li ser vê yekê kir ku Herêma Kurdistanê faktereke girîng ya aramiyê ye li deverê û dixwaze têkiliyên dostane li gel welatên cîran hebe û têkiliyên xwe yên li gel civata navnetewî pere pê bide.”
Girîngiya berdewamiya hevkarîkirin û hemahengîkirin li gel Herêma Kurdistanê û rûbirûbûna metirsiyên terorê” mijarên din ên civînê bûn.