Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 19 APR 2024 04:54 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê: Divê aramiya navçeyê parastî be
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar civiyan û herdu aliyan tekezî li ser pêşxistina karê hevbeş kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Sêşemê 19ê Çileya 2021an pêşwazî li Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar û şanda pê re kir.

Di hevîdtinê de Nêrçîrvan Barzanî û Hulusî Akar peywendiyên dualî gotûbêj kirin û tekezî li ser pêşxistina karê hevbeş kirin.

Herdu aliyan tekezî li ser parastina aramiya navçeyê û girîngiya hevkarî û hemahengiya Iraq û Herêma Kurdistanê ligel Tirkiyê ya ji bo parastina aramiya navçeyê kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî ji bilî spaskirina Tirkiyê ya ji bo hevkariyên li şerê dijî DAIŞê de yên ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê, tekez kir ku nabe axa Iraq û Herêma Kurdistanê wekî pêgehek ji bo êrîşkirina li Tirkiye û welatên cîran bê bikaranîn û hêvî xwest di vê mijarê de Iraq erkê xwe bi cih bike. Herwiha şanda mêvan piştrast kir ku Herêma Kurdistanê wekî herdem li navçeyê de dibe faktoreke aramiyê.

Pêşxistina peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê ligel Tirkiye di hemû waran de, peywendiyên Hewlêr – Bexda û kêşeyên li ber proseya siyasî û şerê DAIŞê, warên alîkarî û hevahengiya di navbera herdu aliyan de, rewşa navçeyê bi giştî, rêkeftina Şingalê û girîngiya bi cihkirina wê, girîngiya parastina sînoran û asayişa wan, peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Tirkiyê, çend mijareke din ê civînê bûn.

 




Nûçeyên din

Ofîsa Pêwendiyên Derve ya PDKê pêşwazî li şandeke Komeleya Dostaniya Kurd û Alman kir

THURSDAY, 18 APRIL 2024 19:04:01

Hewlêr-KDP.info- Şandeke Komeleya Dostaniya Kurd-Alman serdana Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kir û ji aliyê Hoşyar Sîweylî Berpirsê Ofîsê û hejmarek ji xebatkarên ofîsê ve hat pêşwazîkirin.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Bazna Hilbijartinan û endamekî Civata Komisyona Hilbijartinan a Iraqê kir

THURSDAY, 18 APRIL 2024 19:04:39

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî tevî Serokê Bazina Hilbijartinan a Komisyonê û endamekî Civata Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê dicive, herdu alî di çarçoveya civîna xwe de danûstandinan li ser hilbijartinên Perlamana Kurdistanê dikin.

 
Nêçîrvan Barzanî: Parlamentoya Kurdistanê ezmûneke gelekî girîng e li navçeyê, divê em vê ezmûnê biparêzin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:57

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro roja çarşemê 17.04.2024ê li Silêmaniyê beşdarî merasima vekirina 8emîn Dîdara Silêmaniyê bû ku ji aliyê Zanîngeha Amerîkî ya Iraqê ve hatibû amadekirin.

 
Şahê Urdinê pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:29

Hewlêr-KDP.info- Şahê Şahnişîna Haşimî ya Urdinê bi rêya nameyekê cejna Remezanê li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîroz kir.

 
Bi amadebûna Serokê Barzanî 16emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê hat vekirin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 17:04:22

Hewlêr-KDP.info- Bi amadebûna Serok Barzanî Pêşangeha Pirtûkan a Navnetewî ya Hewlêrê hat vekirin.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact