Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî di peyamek de karesata şehîdkirina malbata Dara Reuf şermezar dike. Ev jî tekesta wê peyamê ye:
“Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Gelek mixabin welatî Dara Reuf ku Kurdî nîştecihê bajarê Bexdayê bû, ew bi xwe û xanim û keça xwe bi awayeke dirindane li Bexda hatin şehîd kirin.
Ji bilî wê yekê ku bi tundî wê tawanê şermezar dikim, sersaxiyê li malbat û kesukarên Dara Reuf dikim. Her wiha destxweşiyê li hewl û keda dezgehên emniyên bajarê Hewlêrê dikim ku karîn bilez tawanbarê serekiyê vê tawanê eşkere bikin û destgîr bikin.
Mesûd Barzanî
16.9.2020”