Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
MON, 21 JUN 2021 17:20 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

Serok Barzanî sersaxî ji Dr. Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv re xwest
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî peyameke sersaxiyê ji Dr. Kinyaz Îbrahîm Mîrzayêv Serokê Federasyona Kurdên welatên Sovyeta berê re şand, ji bo koça dawî ya birayê wî Ehmed Îbrahîm Mîrzayêv.

Ev jî tekesta wê peyamê ye:

“Birayê birêz Dr. Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv Serokê Federasyona Kurdên welatên Sovyeta berê

Bi xemeke zêde me nûçeya koça dawî ya birayê we Ehmed Îbrahîm Mîrzoyêv bihîst. Sersaxiyên xwe pêşkêşî we û malbata we ya birêz û tevahiya kesukar û nasên we dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.

Ji xwedayê mezin hêvîdar im rehmetî bi bihuşta fireh şad bike û sebir û aramiyê bide hemû aliyekî.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
12.07.2020”




Nûçeyên din

Nêçîrvan Barzanî: Xwendin û perwerde milên serekiyên hemû civakeke serkeftîne

SUNDAY, 20 JUNE 2021 23:06:16

Dihok-KDP.info- Êvariya îro yekşem 20.06.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, li Dihokê beşdariya rêwresma derçûyên Zanîngeha Amerîkî Kurdistan da kir.

Mesrûr Barzanî bo penaberan: Herêma Kurdistanê mala we ye

SUNDAY, 20 JUNE 2021 21:06:03

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi minasbeta roja cîhanî ya penaberan peyamek belav kir û tê de ragihand Herêma Kurdistanê mala penaberan e.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Serokomarê nû yê Îranê kir

SUNDAY, 20 JUNE 2021 14:06:17

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku wî pîrozbahî li serkomarê nû yê Îranê Îbrahîm Reîsî kiriye.

 
Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Serokê nû yê Îranê kir

SUNDAY, 20 JUNE 2021 14:06:24

Hewlêr-KDP.info- Roja Şemiya 19.06.2021 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pîrozbahiya serkeftinê li Îbrahîm Reîsî Serokê nû yê Komara Îslamiya Îranê kir ku li hilbijartinên doh da, Serok Komarê nû yê Îranê hate hilbijartin.

 
Peyama Serok Barzanî di salvegera destana derbaskirina Rûbarê Aras de

FRIDAY, 18 JUNE 2021 20:06:01

Hewlêr-KDP.info- Serok Masûd Barzanî ji ber salegera destana derbaskirina Rûbarê Aras peyamek belav kir û got, piştî rûxana Komara Kurdistanê li Mehabadê hemû hewlên dujminan ew bû ku dawiyê bi xebat û têkoşîna gelê sitemlêkiriyê Kurd bînin û îradeya mirovê Kurd bişkînin. Lêbelê di wê destana dîrokî de îradeya gelê me bi ser plana dijminan biser ket û ew yek hat piştrastkirin ku îradeya berxwedan û xwe bidest ve nedan li nav gedeyên gelê Kurd de her dimîne û ew îradeye li hemû hêz û artêş û planekê bihêztir e.



 
© 2021 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact