Hewlêr-KDP.info- Bi helkefta koçkirina xanim Xeyda Kembeş Endama Encûmena Nûnerên Iraqê û hevjîna Dr. Seîd Kembeş Serokê Weqfa Sunnî, Serok Mesûd Barzanî peyameke sersaxiyê pêşkêşî Serokê Weqfa Sunnî kir ku ev jî naveroka wê ye:
“Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Birêz Dr Seîd Kembeş Serokê Weqfa Sunnî
Bi xemeke zêde ve nûçeya koça dawî ya hevjîna we ya birêz gihîşt me.
Xwe bi hevbeşê xema we dizanim û ji xwedayê mezin hêvîdarim xwedê jêrazî bixe ber dilovaniya xwe û bi bihûşta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
11.07.2020”