Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 25 APR 2024 08:16 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serok Barzanî: Bila xelkê Kurdistanê piştrast bin ku xebat û qurbanîdana wan bi vala naçe
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî ji ber salvegera Şoreşa Gulanê ya sala 1976ê, peyamek belav kir û tê got, bila xelkê Kurdistanê piştrast bin ku şoreş û xebat û qurbanîdana wan bi vala naçe.

Ev jî tekesta wê peyamê ye:

“Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Li salvegera Şoreşa Gulanê da pêzanînên min ji bo rol û ked û koçberbûn û cangoriya wan hemû têkoşer û Pêşmergeyên qehreman heye ku beşdariya Şoreşa Gulanê kirin û dîrok û şanaziyê ji bo gelê Kurdistanê dirust kirin. Hezaran silav ji bo giyanê pakê şehîdên Şoreşa Gulan û hemû Şehîdên Kurdistanê be.

Şoreşa Gulanê hilgirê peyam û armancên Şoreşa Mezina Eylûlê bû û yek ji wan qonaxên girîngên berxwedana Pêşmerge û gelê Kurdistanê bû û selmand ku eger li qonaxek da xebata gelê Kurdistanê tûşî rawestan û şikestê hatibê lê îradeya têkoşîna gelê Kurdistanê tu demekê naşikê û bi vîn û hêzeke nû ve serîhildide.

Peyama Şoreşa Gulanê ku li bîst û şeşê Gulana 1976 da hilpêkir, peyama berdewam û berxwedan û pêdagiriyê li mafên rewayên gelê me bû û berdewamiya şoreşên dinê gelê Kurdistanê bû. Berhema Şoreşa Gulanê yekrêziya hêz û aliyên gelê me bû ji bo raperîn û federalî û fireh alî û hilbijartin û damezrandina sazî û dam û dezgehên Herêma Kurdistanê ku her hemû destkeftên giranbihane û bi xwîn û rondikan pêkhatine. Li salvegera çil û çaremîn salvegera Şoreşa Gulanê da tekez li ser peyama pêkvejiyan û aştîxwaziya gelê Kurdistanê dikin û xelkê Kurdistanê jî li wê yekê piştrast dikin ku şoreş û xebat û qurbanîdana wan bi vala naçe.

 

Mesûd Barzanî

25.05.2020”




Nûçeyên din

Mîrê Êzîdiyan: Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan

TUESDAY, 23 APRIL 2024 23:04:36

Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.

Mustafa Ozçelîk: Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt bike

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:26

Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.

 
Serkirdeyekî AKPê: Serdana Erdogan bo Herêma Kurdistanê giring bû

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:30

Tirkiye-KDP.info – Serkirdeyekî AKPê ragihand, ev demeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan dixwest serdana Iraqê bike û vê serdana Erdogan ya bo Herêma Kurdistanê girîng dibîne.

 
Serok Barzanî: Me ji bo berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê danûstandin kirin

TUESDAY, 23 APRIL 2024 00:04:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

 
Erdogan û cîhan Serok Barzanî wek lêveger bo Kurdan dibînin û serdana wî dikin

MONDAY, 22 APRIL 2024 23:04:28

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Berpirsê Berê yê Peywendiyên Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Berpirsê berê yê YNKê li Tehranê Mihemed Refeat behsa giringiya serdana serokomarê Tirkiyê bo Hewlêrê dike û dibêje: “Birêz Mesûd Barzanî xwedî roleke giring e li navçeyê lewma Erdogan tê wî dibîne.”



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact