Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Emîndarê Giştî yê Projeya Niştimanî ya Iraqê Şêx Cemal Elzarî civiyan û rewşa Iraqê gotûbêj kirin.
Di hevdîtina ku îro Yekşema 17.5.2020 birêve çû de, rewşa siyasî û abûrî ya Iraqê û berdewamiya hewl û pêngavên ji bo temamkirina hikûmeta nû ya Iraqê, hatin gotûbêjkirin.
Herwiha herdû aliyan pêşhatên dawî yên ewlehiyê û zêdebûna tevgera terorîstên DAIŞê li çend navçeyên Iraqê û navçeyên Kurdistanî yên madeya 140, gotûbêj kirin.